Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan 2021-11-28 16:21:15   RIHA - Rêxistina HDP’a Rihayê ku cezayê hefsê yê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê hat birîn şermezar kir, wiha got: “Em weke hevalên Leyla Guvenê em tu car li hemberî vê pergalê serî netewînin. Em ê rêya xwe bidomînin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê 5 sal cezayê hefsê yê ji ber axaftineke li navçeya Gevera Colemêrgê kiribû, li Hevseroka Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hat birîn şermezar kir. Parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniya ku li avahiya HDP’a Rihayê hat lidarxistin bûn. Di daxuyaniya ku pankartê “Leyla Guven Rûmeta Me Ye” hat vekirin de Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî axivî û wiha got: “Leyla Guven û em HDP’yî em ê di têkoşîna demokrasiyê de rêya xwe bidomînin. Em cezayê hatiye birîn bêhiqûqî dibînin û şermar dikin.”   GUVEN VÎNA GEL E   Pişt re parlementera HDP’ê Ayşe Surucu axivî. Surucu bi bîr anîna serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hatibû qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Leyla Guven vîna gelê Colemêrgê ye û rûmeta me ye. Ew kesên îro vî cezayî didin dibin hevkarê vê komployê. Elbet rojêke ev kesên ceza birîne jî wê hesabê bidin. Em weke hevalên Leyla Guvenê serî li hemberî vê pergalê natewînin.”   Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî da zanîn ku desthilata nikare welat bi rê ve bibe, HDP’ê dike dijmin û wiha got: “Leyla Guven rûmeta me ye. Cezayê ku li Leyla Guvenê hat birîn wê ji berxwedana bi rûmet paşve gavê nede avêtin. Têkoşîna me wê mezin bibe û bidome.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.