‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’ 2021-11-28 15:45:29   AMED - Hevseroka TUHAY DER'ê Guler Yuksekbag di çalakiya piştevaniya bi xizmên girtiyan de axivî û got: "Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin.”    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER) bi malbatên girtî, girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan re li Tesîsên Demîrok a Amedê hat cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Ji girtiyên jin re azadî" û "Dema parastina hebûnê û misogerkirina azadiyê ye" hatin daliqandin. Malbatên ku li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin jî beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.   ‘TECRÎD BI BERXWEDANÊ DIKARE WERE ŞIKANDIN’    Hevseroka TUHAY DER'ê Guler Yuksekbag di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Divê em li hemberî binpêkirinên mafan ên girtiyên nexweş ên li girtîgehan bêdeng nemînin. Ew wan dibin nexweşxaneyan û 15 rojan karantîne dikin. Kiryarên ku rûmeta mirovahiyê binpê dikin têne kirin. Ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û nayên dermankirin. Em dixwazin ku ew bên dermankirin.”    Yuksekbag bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Tecrîd dê bi têkoşîn û berxwedanê were şikandin. Divê di şexsê Ocalan de tecrîda li ser hemû girtiyan bi dawî bibe.”   ‘ROJ ROJA PIŞTEVANIYÊ YE’    Încî Guler a ku li ku di nav malbatên girtiyên nexweş de li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dane destpêkirin cih digire jî destnîşan kir ku roj roja xwedî derketina girtiyan û piştevaniyê ye.    ‘BERXWEDANA KURDAN MEZIN DIBE’    Pişt re Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd li dijî faşîmza AKP-MHP’ê her ku diçe mezintir dibe û kurd paş ve gavê navêjin.    Bayindir axaftina xwe wiha domand: “Dixwazin berxwedana zindanên Amedê biqedînin. Van kesan ruhê berxwedanê ji zindanên Amedê girtin. Çawa ku gelê Kurd di zindanên Amedê de Esat Okytay têk bir, wê dîsa jî bi ser bikeve. 100 sal berê dixwestin Kurdistanê perçe bikin, lê kurd ne kurdên sed sal berê ne. Li pêşiya me derfetên mezin hene. Em ji azadî û statuya xwe re vekirî ne. AKP û MHP ji bo van hemû planan ber bi zindanan ve diçin. Birêz Ocalan 23 sal in ji bo gelê kurd berxwedaneke mezin nîşan dide. Dixwazin vê berxwedanê bi dawî bikin. Lê em dizanin ku gelê Kurd li vê qadê ev berxwedan da meşandin. Lewma li dijî faşîzmê çiqas êrîş hebin jî em ê bersiveke pir mezin bidin. Bi berxwedan û têkoşîneke mezin em ê van êrişan parçe bikin.” Piştî axaftinan Koma Dîcle Firat derket ser dikê. Welatiyên ku li ber stranan govend gerandin, gelek caran dirûşmeyên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kirin.