Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe 2021-11-28 15:39:57   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ku di meha 119’emîn a Komkujiya Roboskê de bang kir wiha got: “Roboskê, ezmûna dewletê û desthilatê ye. Li ser vê axê rêya ‘Aştî û Edaletê’ teqez wê ewilî di Roboskê de derbas bibe.”   Endamên Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, di meha 119’emîn a qetilkirina 19 jê zarok 34 kesên li gundê Roboskê yê Şirnexê ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin de hatin gelhev. Gelek kes beşdarî daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer werin dîtin, careke din Roboskê pêk neyê” hat vekirin. Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî.    ‘KOMKUJÎ HEBE SÛCDAR JÎ HENE’   Çevîrmen, anî ziman ku faîl bi zirxê bêcezatiyê tên parastin û wiha got: “Piştî komkujiyê kesek jî dernexistin pêşberî dadgehê. Lê malbatên ku daxwaza edaletê kirin û her roj êşa xizmên xwe dişînin hatin cezakirin, binçavkirin û girtin. Çalakiyên wan hatin qedexekirin û hewldan wan bêdeng bikin. Roboskî-Der bi biryarnameyekê hat girtin. Bîrdariya Roboskê ya li ser Xaçerêya Dîcle Kent a Amedê hat rakirin. Rêyên hiqûqa navîn hemû hatin girtin. Lê bila neyê ji bîr kirin ku heke komkujiyek di holê de hebe sûcdar jî hene û wê ew sûcdar derkevin holê.”   ‘ROBOSKÊ EZMÛNA DESTHILATÊ YE’   Çevîrmen, destnîşan kir ku heta edalet neyê Roboskê nayê Tirkiyeyê jî û wiha axivî: “Heta ku Roboskê neyê ronîkirin, heta ku tiştên qewimîn ji raya giştî re neyên aşkera kirin, di siyaseta welat de wê sivîlbûyîn û demokratîkbûyîn pêk neyê. Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye. Li ser vê axê rêya ‘Aştî û Edaletê’ teqez wê ewilî di Roboskê de derbas bibe. Roboskê şerma vê axê, birîna xwîn jê tê û lêgerîna edaletê ye.”