Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin 2021-11-28 14:52:20   DÊRSIM - Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Dêrsimê şahiyek li dar xist. Ciwanan anîn ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên bêvîn û bênasname hiştina jin û ciwanan têkoşîna xwe mezin bikin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şîara “Ciwan pêşerojê diaxivin” li Dêrsimê hatin cem hev. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayip Temel û Alican Onlu û parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag amade bû. Ciwanan li salona civînê pankarta “Dîroka mirovatiyê bi jinan dest pê dike” vekirin.    Di civînê de li ser navê xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê Seher Akin, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên tundî, zext, kedxwarî, bêvîn û bênasnamehiştinê ya li dijî jin û ciwanan  têkoşîna xwe mezin bikin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî anî ziman ku dixwazin ciwanan bê vîn bihêlin û wiha got: “Li dibistan û wargehan hêzên ewlehiyê wekî leşker û polîsan kar dikin. Ruhê berxwedanê ku Sakine Cansiz ava kiriye, îro hêj geş e û didome.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî anî ziman ku azadî û rizgariya gelê kurd girêdayî rêxistinbûna wan e û wiha got: “Em xwe bi rêxistin dikin.Ji ber vê yekê em kêfweş in. Çiya û newalên Dêrsimê bûye şahidê gelek êşên giran. Seyit Riza li van çiya û newalan li dijî komkujiyan têkoşiya. Em dizanin ku li ser vê axê tu carî hevkarî û îxanet bi ser nakeve. Li vir tenê rêxistinbûn bi ser dikeve. Dêrsim keleha dawî ya Kurdistanê ye. Îro ew qas ciwan kom bûne. Dikare hemû lîstikên li dijî ciwanan pûç bikin.”    Şahî bi stranên hunermend Kadîr Çat û Ayfer Duzdaş bi dawî bû.