Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir 2021-11-28 14:19:21   ÊLIH - Polîsan duh bi ser mala rojnamevan Dilbirîn Tûrgût de girtin. Di serdegirtina ku kes nehat binçavkirin de polîsan zarok jî di nav de çek xist serê ferdên malbatê.    Hat hînbûn ku polîsan duh saetên serê sibê de bi ser mala rojnamevan Dilbirîn Tûrgût a li Taxa Cûdî ya Êlihê dijî de girtine. Hat diyarkirin ku polîsan deriyê malê şikandine û çek xistiye 4 zarokên ku li malê bûne. Hat ragihandin ku polîsan di dema lêgerînê de bi pêlavan bi herî pêl li nivînan kirine, zarok jî di nav de hemû zilamên malê serdevkî dirêjî erdî kirine, bi paşve kelemçe kirine û bi gotinên “hûn hemû xayînin” û “hûn hemû terorîst in” li wan dane.    Wekî din hat ragihandin ku Tûrgût a xwest mudaxileyî xwişka xwe ya 13 salî ku ji ber tirsiya qeyran derbas kir bike, lê polîsan astengkiriye.    KES NEHAT BINÇAVKIRIN   Piştî lêgerîna malê polîsan bi ser mala jineke ku qata jêr rûdinişt û nû welidî de jî girtin. Sedemê serdegirtinan nehat zanîn û kes di serdegirtinan de nehat binçavkirin.    WÊ SERÎ LI ÎHD’Ê BIDIN   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşa Acar Başaran, piştî serdegirtina malê, serdana malbatê kir û diyar kir ku wê têkildarî tiştên qewimîn serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin.