Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê 2021-11-28 11:59:51   STENBOL - Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylive Jan ku yek ji rêwiya Keştiya Azadiyê bû, diyar kir ku kurd pêşeroja cîhanê temsîl dikin û destnîşan kir ku dema azadiya fîzîkî ya Ocalan hatiye.    Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî di çarçoveya kampanya “Dema wê hatiye, ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” di 8'ê Mijdarê de bi Keştiya Azadiyê ji Lavrio ya bi ser bajarê Atînaya Yûnanîstanê ve bi rê ketibûn û di 12'ê Mijdarê de gihiştibûn Napolî yê Îtalyayê. Ji enternasyonalîstên ku 9'ê Mijdarê ji Atînayê bi rê ket û 12'ê Mijdarê gihîşte Napolî Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylvie Jan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku armanca wan azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye.    'KURD NE PIRSGIRÊK IN ÇARESERÎ NE'   Sylive Jan destnîşan kir ku kurd pêşeroja cîhanê temsîl dikin û wiha got: "Ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Ji bo min çima girîng e? Pêwîstiya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn, cîhanê û pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Bûye pêwîstiyeke lezgîn a global." Jan tespîteke balkêş kir û wiha berdewam kir: "Timî gotina 'pirsgirêka kurd' tê bikaranîn, lê belê ne pirsgirêka kurd, çareseriya kurd heye. Kurd pirsgirêk nîne, kurd bersiv e." Jan bi lêv kir ku wê gelek caran serdana Tirkiye, Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê kiriye, her kesên ku lê rast hatine daxwaza 'aştiyê' kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Aştî ji bo me çareseriya mayinde ye, divê daxwaza kurdan a ji bo berdana nûnerê xwe bê bicihanîn. Divê Abdullah Ocalan bê berdan û pêvajoya danûstandinan bê destpêkirin."   'DIVÊ PIŞTEVANIYA BI GELÊ KURD RE BÊ XURTKIRIN'   Jan diyar kir ku gelê kurd ji bo cîhanê çavkaniyeke taybet a hêviyê ye ku pêşengiyê ji projeyeke demokratîk, ekolojîk û femînîst re dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi dîtina min gelê kurd ji bo cîhana me ya nû temsîliyeta paşerojê dike. Ji ber vê yekê divê piştevaniya bi gelê kurd re bê xurtkirin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan bê azadkirin. Ev kilîd divê bê şikandin. Ev yek jî di destê welatiyên cîhanê de ye. Ez jî di nav de, lewma li vir im. Bi azadiya Ocalan re divê ev kilîd bê parçekirin û PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin. Ji bo vê divê hewl bê dayin. Di vê serdemê de muxalîf weke terorîst têne pênasekirin. Dewlet naxwaze wan nas bike, wan mehkûm dike. Lê belê ev dîrok wê berevajîb ibe. Selahattîn Demîrtaş dibêje 'dewran wê veger'. Belê, nûnerên ku mohra 'terorîstiyê' li wan hatiye kirin, mîna Mandela wê li qada navneteweyî bibin ew kes ku ji bo wan li çepikan tê xistin. Roleke me hemûyan heye. Di deryayê de em mîna dilopekê ne. Divê em vê rola xwe bi cih bînin. Ji bo paşeroja cîhanê, ji bo aştiyê divê em rola xwe pêk bînin. Ev yek paşeroja me hemûyan e."