Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin 2021-10-27 16:52:09   SÊRT - Serokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê Zana Aksû ku nûçeya derbarê destdirêjiya li Qursa Quranê ya Medreseya Mele Bûrhaneddîn de li ser medya dîjîtal parve kir, gefa kuştinê lê hat xwarin. Aksû, li dozgeriyê gilî kir.     Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê û redkarê wijdanî Zana Aksû ku nûçeya têkildarî destdirêjiya bi awayekî sîstematîk a perwerdekarê qursê D.M. a li zarokekî 15 salî ya li Qursa Quranê ya Medreseya Mele Bûrhaneddîn li ser medya dîjîtal parve kir, gefa kuştinê lê hat xwarin. Li gel raporên ATK'ê û biryara dadgehê jî kesên nasnameya wan nediyar ku gotine Aksû “îftira dike” gef li Aksû xwarine û ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal peyam şandine û bi gotinên, “hûn ê hesab bidin”, “hûn ê di dojehê de bişewitin” gef lê xwarine.    Aksû, têkildarî gefên kuştinê de li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê gilî kir.    15 CARAN LÊ GERIYAN    Aksû, diyar kir ku hem bi rêya telefonê hem jî bi medyaya dîjîtal gef lê hatine xwarin û wiha got: “Piştî parvekirina min bi nimreyeke nediyar li min geriyan. Di lêgerîna sêyemîn da min telefon rakir. Kesê geriya ji min re got, ‘Xezeba Xwedê wê li ser te be. Tu dê li vê cîhanê di agirê dojehê de bişewitî. Ev dê li cem te nemîne’ Piştre telefoneka din hat. Vî kesî ji min re got, ‘Tu çima heqaretê li şêxê me dikî ? Heke rewş wisa bûya, saziyên sivîl da daxuyanî bidana. Heke ez şûna te bûma, min ê ew parvekirin rakiribûya. Di nava vê demê de 15 caran li min geriyan.”    BERPIRSYARTIYA WIJDANÎ   Aksû, bi lêv kir ku ji ber bûyera destdirêjiyê ji civakê re ragihandiye gef lê tê xwarin û wiha berdewam kir: “Weke parêzvanekî mafên mirovan, berpirsyariya min a wijdanî ye ku wan ji raya giştî re ragihînim. Şûna mirovên ev bûyera kirêt pêk anîne, ez hedef hatim girtin. Rapor hene, mirovên din, her çiqas biryara dadgehê be jî, dibêjin îftira. Parastineke çawa ya destdirêjiyê de hebe? Wî kesî du salan tecawizî zarokekî kiriye. Ya ku divê were kirin, parastina zarok e û cezakirina kiryarê destavêtinê li pêşberî qanûnan e. Kê ev kiribe divê li pêşberî hiqûqê hesab bide.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Aksû, banga hestiyariyê li saziyên sivîl ên li bajêr kir û bi lêv kir ku heke hestiyarî çênebe dibe ku faîl were berdan. Aksû, da zanîn ku giliyê wan kesên li ser medya dîjîtal û telefonê gef lê xwarine kiriye û anî ziman ku tu caran li dijî gefan paş ve gavê naavêje.