Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin 2021-10-27 16:46:11   STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, bertek nîşanî biryara ku di dozê hatibû dayîn da û ev tişt got: "Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin"   Di 20'ê tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê li dijî komeke ciwanên sosyalîst ku dixwestin derbasî Kobanê bibin ji aliyê DAIŞ'ê ve êrişeke bombeyî pêk hatibû. Di vê komkujiyê de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dabûn. Di danişîna dawîn a derbarê vê komkujiyê hefteya borî hat dîtin û di danişînê de cezayê muebbetê tenê li bersûc Yakûp Şahîn hat birîn û doza komkujiyê bi vî awayî hat girtin.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî biryara ku di danişînê de hat dayîn daxunî dan. Malbatên qurbaniyên komkujiyê, Hevberdevkê Meclisa Bajar a Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erkan Tepelî, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Heta ku em nebêjin qediya doza Pirsûsê nayê girtin" hat vekirin.    Di daxuyaniyê de malbatên qurbaniyan axivîn û bertek nîşanî girtina dozê ya bi cezakirina kesekî dan. Malbatan got ku ji ber komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hatiye girtin û wê giliya heyeta dadgehê bikin.