Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin 2021-10-27 16:04:51   ŞIRNEX - Êrîşa gardiyanan a li dijî girtiyan a li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û malbatên girtiyan ve hat şermezarkirin û hat xwestin ku derbarê rêveberiya girtîgehê de demildest lêpirsîn bê vekirin.   Her ku diçe li şert û merc li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê giran dibin û binpêkirina mafan ên girtiyan jî girêdayî vê zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, du roj bêriya niha gardiyanan bi ser qawişan de girtibûn û gef li girtiyan xwaribûn ku Sirûda Îstîklalê bixwînin û jimartina li ser piya bidin. Girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nekirin gardiyanan êrîşî wan kir û li wan dan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û malbatên girtiyan ji bo ku êrîşa li ser girtiyan şermezar bikin li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî daxuyaniyê bûn.    'MAFÊN MIROVAHIYÊ HAT PAŞGUHKIRIN'    Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgucak ve hat xwendin. Salgucak, bal kişand li ser êrîşa ku li dijî girtiyan pêk hatî û wiha got:"Girtiyê bi navê Mehmet Alî Çevîk ku di êrîşa li dijî girtiyan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê de bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê emeliyat bû. Hat diyarkirin ku gelek girtî ji ser, dest û lingên xwe birîndar bûne. Bûyer nîşaneya îşkenceya ku ji salên 80’î ve tê meşandine. Bi vê yeke careke din rûmet û nirxên mirovahiyê û hiqûq hatiye paşguhkirin. Û ji niha û pê ve jî wê bên paşguhkirin û binpêkirin."    'BILA LÊPIRSÎN BÊ VEKIRIN'   Salgucak, diyar kir ku di girtîgehan de muameleyên keyfî gihiştine asta herî jor û ev tişt gotin: "Ji bo rê li ber helwestên neyînî û sûcên rayedar û rêveberiya girtîgehê bê girtin divê mekanîzmayeke kontrolê ya bibandor bê avakirin û der heqê van rayedaran de lêpirsîn bê vekirin."    'EM Ê BERSIVA ÊRÎŞAN BIDIN'   Salgucak, da zanîn ku li dijî her êrişê ew ê têkoşîna xwe bi hêz bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li hemberî pêkanînên dijmirovî yên dewletê bi salan e ditêkoşîn. Em ê bi têkoşîna xwe ya demokrasî, hiqûqî bersiva van êrîşan bidin. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li hemberî êrîşa li ser Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê berteka xwe nîşan bidin"   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Biji berxwedana zindanan" bi dawî bû.