Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-10-27 15:44:09 RIHA - Rêveberên Partiya Pêşerojê, serdana malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya li ber Edliyeya Rihayê didomîne kirin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê hezîranê de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adarê de bi armanca ku zilma li hemberî wan bi dawî bibe û kujerên ferdên malbata wan bên cezakirin li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Şenyaşaran di roja 233'an de didome. Rêveberên Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Rihayê serdana malbata Şenyaşar kirin.    Malbata Şenyaşar, serboriya xwe û pêvajoya dozê vegotin. Rêveberên Partiya Pêşerojê gotin ku wê dozê bişopînin û di têkoşîna edaletê de li cem malbata Şenyaşar in.