Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin 2021-10-27 15:33:35   DENÎZLÎ - Li navçeya Pamûkkaleyê zilamê bi navê Fûrkan Zibinci, Şebnem Şirîn qetil kir. Faîlê ku piştî bûyerê reviya hat binçavkirin.    Li navçeya Pamûkkaleyê ya Denîzliyê zilamê bi navê Fûrkan Zibinci, jina bi navê Şebnem Şirîn bi amûrekî birînê qetil kir. Fûrkan Zibinci yê piştî cînayetê bi wesayîta xwe ji cihê bûyerê reviya li kolana Saltak ji aliyê polîsan ve hat sekinandin û binçavkirin.