Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê 2021-10-27 15:17:31   MÊRDÎN - Hat diyarkirin HPG’iyekî ku di şerê li bejahiya Mêrdînê de birîndar bûye hatiye înfazkirin.    Di çarçoveya operasyona leşkerî ya di 22 'ê Cotmehê de li herêma Omeran a Mêrdînê hatibû destpêkirin û duh bi şev qediya de li gelek taxan bi awayekî fîîlî qedexeya derketina derve hatibû pêkanîn. Walitiya Mêrdînê, derbarê qedexeyên derketina derve de tu daxuyanî nedan. Di 25’ê Cotmehê de li gundê Qurdîsê ku qedexe hatibû pêkanîn, di navbera polîsên tîmên taybet û HPG’iyan de şer derketibû. Hat diyarkirin ku HPG’iyeke ku di şer de jiyana xwe ji dest daye Songul Ozgun (Rûken) e. Piştî şer 2 cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    ÎDÎAYA ÎNFAZÊ   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; şer di şikefteke gund de derketiye. Hat diyarkirin ku Ozgun a HPG’yî di encama gulebarandinê de di têketina şikeftê de jiyana xwe ji dest daye û HPG’iyê navê wî nehat zanîn jî birîndar bûye. Hat ragihandin ku di şikefta ku polîs ketinê de demeke dirêj dengê qêrînê hatiye û hat îdiakirin ku HPG’î di şikeftê de hatiye înfazkirin.    MALBATÊ CENAZE TEŞHÎS KIR   Li aliyê din malbata Songul Ozgun ji bo cenaze teşhis bike ji Amedê hat Mêrdînê. Malbat, piştî kirariyên adliyeye çû morga nexweşxaneyê û cenaze teşhîs kir. Tê payîn ku piştî kirariyan cenaze dê radestî malbatê were kirin.