Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan 2021-10-27 14:59:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên nasnameya wan nediyar êrişî gundê Nehîr El-Îmam ê bajarê Diyalayê kirin û 7 kes kuştin.  Di êrişa DAIŞ’ê ya li gundê el-Reşad ê girêdayî bajarê Diyala yê Iraqê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 15 kes jî birîndar bûbûn. Li gorî El-Sûmeriya Newsê, piştî vê êrişê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrişî gundê Nehîr El-Îmam jî hatiye kirin û di encama êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku piştî bûyeran li hin gundan xanî hatine şewitandin.