Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin 2021-10-22 16:02:56   RIHA - Şandeyek ji parlamenterên CHP’ê pêk dihat serdana Malbata Şenyaşar kir.    Piştevaniya ji bo çalakiya Nobeta Edaletêy a Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê didomîne berdewam dikin. Şandeyek CHP’ê ya ji Parlamenterê Stenbolê Alî Şeker û Parlamenterê Bûrsayê Orhan Saribal pêk tê serdana Malbata Şenyaşar kir. Şandeya CHP’ê destnîşan kir ku ew ê bibin şopdarê doza malbatê û li cem malbatê ne û divê edalet ji bo her kesî pêk were. Malbatê jî tiştên hatiye serê wan ji şandeya CHP’ê re vegot.