Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe 2021-10-22 15:11:35 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku di plansaziya budçeyê de veqetandina ji bo astendaran a ji sedî 2 wek “feraseta îqtidarê ya qencî û sedeqeyê” pênase kir.  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de serdana Konfedarasyona Astendarên Tirkiyê kir.    Di serdanê de ewilî Serokê Fedarasyonê Fermanî Kurter axivî û got pirsgirêka herî mezin a astendaran pirsgirêka îstîhdamê ye. Kurter da zanîn ku bi piraniya astengdaran ji aliyê feqîr pêk tê û her çiqas di destûra bingehîn de dewleta sosyal tê gotin jî lê tişta pêwîst nayê kirin û wekhevî li Tirkiyê ji bo astengdaran nîne.    BUDÇEYA QESRÊ    Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî anî ziman ku civaka astendaran yek ji civaka herî mezin e û herî zêde ev civak bi desteserkirina mafan re rûbirû dimîne. Sancar diyar kir ku divê plansaziya budçeyê bi her beşê civakê re were amadekirin lê ev pêk nayê û qesrê bi burokratên xwe re budçeyê amade kiriye û ew dibêjin ev budçe budçeya qesrê ye.    JI SEDÎ 2 PARÊ DIDIN ASTENGDARAN    Sancar destnîşan kir ku divê ji bo astengdaran hemû sektör bêpere be, civakî, bi zimanê dayikê û dikaribin xwe bigihîninê be û wiha got: “Xizmeta ji bo astengdaran tê pêşkêşkirin, ev rêgez têde nînin. Di budçeya sala 2022’an ji bo astengdaran para ji sedî 2 ji bo astengdaran hatiye veqetandin. Ev hejmarek gelek kêm e. Ji bo vê jî çavkanî heye. Heke bixwazin dikarin ji rantê û polîtîkaya şer kêm bikin û ji xelkê re were veqetandin. Têkoşîna me jî di vê çarçoveyê de tê birêvebirin. Polîtîkaya dewleta sosyal a îqtidarê bi qencî û sedeqeyê li xelkê ferz dikin. Îqtidar bi qencî û sedeqeyê nêzî astengdaran dibe. Divê dawî li polîtîkaya cihêkar a ji bo astengdaran were. Em ê heta dawiyê li cem astengdaran bin.”