Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye 2021-10-22 15:02:22 ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku di Doza Kobanê de axivî, diyar kir ku HDP'ê di asta ku dikare pêşî li têkçûna Tirkiyeyê bigire de ye û ev tişt got: "Agirê ku Prometheus didize di destê HDP'ê de ye." Danişîna 5’emîn a Doza Kobanê di roja 4’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Komek parlamenter û rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin. Di danişînê de endamên berê yên MYK'a HDP'ê Ayşe Yagci û Bîrcan Yorûlmaz û Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, di danişînê de mafê axaftinê girtin û parastina xwe kirin.    AZADÎ TERCÎH E   Sebahat Tûncel, derbarê lêkolînkirina girtina xwe de axivî û wiha got: "Me çend caran kursî bi kar anî û gelek caran anî ziman ku darizandina partiya mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê ya ji ber twîtekê ne hiqûqî, sincî û wijdanî ye. Azadî karê tercîhê ye. Kesên ku vê hildibijêrên bedêla wê jî didin. Mina Prometheus. wî pêvajoyeke nû da destpêkirin. HDP'ê jî pirsgirêkên azadî, mafê mirovan û neçareserkirina Pirsgirêka Kurd re tîne ziman. Banga belavkirina agir a li tevajiya gel dike. Dibêje çareyeke din pêkan e. Sedema darizandina me ya li vir jî ev e. Ev doz ne dozeke sûc e. Tifaqa Komarê bi hev re vê dozê bi re ve dibe."   AGIRÊ KU PROMETHEUS DIDIZE   Di berdewamê de Tûncel, diyar kir ku HDP'ê di asta ku dikare pêşî li têkçûna Tirkiyeyê bigire de ye û ev tişt anî ziman: "Agirê ku Prometheus didize di destê HDP'ê de ye. Em ê li parlamento û danişînan li ber xwe bidin. Divê desthilata AKP'ê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bike. Ev beriya niha bûbû. Lê Erdogan mesê ji bo desthilata xwe quliband. Xelasbûna ji vê pêlan e. Hê rê heye. Ev tenê bi desthilatê nabe. Berpirsyariyên we jî hene. Pêkanîna qanûnan a ji bo hevsengiya di navbera serdest û bindestan girêdayî we ye. Lê hûn li şûna li biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrpoyê binêrin, li desthilatê dinêrin. Gere we doznameyê qebûl nekira. Lê we kir.   Her dawî Tûncel, peyamên berdewamkirina têkoşînê da û    piştî axaftina Tûncel ji bo saet û nîvekê navber hat dayîn.