Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin 2021-10-22 14:39:53   EDENE / MÊRSÎN – Li Edeneyê û Mêrsînê birîna cezayê hepsê ji bo Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat protestokirin û jinan got ew ê têkoşîna hevrêya xwe li her deverê mezin bikin.    Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî cezayê hepsî ku li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hat birîn li avahiya HDP’ê daxuyanî dan û cezakirinê protesto kirin. Endama Meclîsa HDP’ê Hêlîn Kaya û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural da zanîn ku cezakirina Ayşeyê têkçûna pergala rizyayî xuya dike û ew wî ceza û biryarê nas nakin û ew ê têkoşîna hevrêya xwe li her deverê mezin bikin û her wê bêjin “em kurd in, jin û li vir in.”    MÊRSÎN   Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê û Platforma Jinan a Mêrsînê jî li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan û cezayê li Gokkan hat birîn şermezar kirin. Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bikin lê li ser israra jinan polîs paş ve vekişiyan. Aktîvîsta TJ’ya Havva Tekîn Olmez ew ê kes nikaribe pêşiya têkoşîna jinan a azadiyê bigire û dadgeha îro ceza li wan dibarîne wê sibê bi darziandinên xwe yên bêhiqûqî re rûbirû bimîne. Olmez got ên werin darizandin dê ew bin û yên azad bibin jî dê jin bin.