Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan 2021-10-22 12:22:00 ENQERE - Parlamentera berê Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de axivî û diyar kirk u xebata wê ya hilbijartinê sûc hatiye hesibandin û pişt re sê sûcên li dosyeyê htine barkirin kirine hêceta girtina wê.  Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê di roja 4’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.    Komek parlamenter û rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin.    Di rûniştina îro de ewilî Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata ku aktîvîsta TJA’yê ye mafê axaftinê wergirt û li ser rewşa girtina xwe axivî.    Ayla Akat Ata di rûniştina dozê de wiha axivî:    Li Tirkiyê êdî rojev rojane diguhere. Em îro serê sibehê bi rojevek cuda şiyar bûn. Tirkiye ji ber sedema ku rê li ber girtina spîkirina pereyê neyasayî û fînansekirina negirtiye, xistiye nava lîsteya lîsteya gewr.    DEMA KONJONKTUR DIGUHERE HÊMANA SÛC JÎ DIGUHERE   Di îdianameyê de du xisûsên cih nagirin hene. Li ser min pêvajoya çareseriyê hedef hatiye girtin, têkoşîna aştiyê ya jinan hedef hatiye girtin. Ez ê di periyotek din de parastinê bikim. Lê belê we twîtên min ê heta hatime girtin hemû xwestine.    Di sala 2013’an de di nava şandeya ewil çû gravê de bûm. Pişt re jî min di nava têkoşîna jinan de vê pêvajoyê şopand. Twîtên me wê demê belav kirin, îro wek sûc hatine diyarkirin. Gelo li Tirkiyê dema konjonktur diguhere hêmana sûc jî diguhere? Gotin û çalakiyên me kirine ne sûc in. Wê demê ne sûc bûn gelo îro dibin sûc?    XEBATA HILBIJARTINÊ SÛC NÎŞAN DANE    Sedem ango hêceta girtina min sê dosyeyên pêvek ku li dosyeyê hatine barkirin in. Tê gotin ku ez jî di nava şandeya çûye Kobanê de bûme. Min di wê şandeyê de cih negirtiye. Tevî ku ez neçûme jî wek kû çûme min dane nîşandan. Li ser hev kirine hêceta girtina min. Sedemek din a girtinê jî gotin û xebata min a hilbijartinê ne. Mafê propagandaya hilbijartinê ku yasayî ye jî wek sûc hatiye nîşandan. Ev hêcet pişt re li dosyeyê hatine barkirin û kirine sedema girtinê. Di tu cihek îdianameyê de rastî vê yekê nehatim.    GELO HÛN ÎDIANAYEK NÛ AMADE DIKIN?    Hûn dixwazin li ser tiştên nebûne min bigirin. Gelo hûn plansaziya derbarê min de îdianameyek din amade bikin dikin? Heke tiştek wiha hebe bêjin da ku ez jî amadekariyên xwe bikim.    ISRARA NEÇARSERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DIDOME    Serokwezîrê wê demê Erdogan di sala 2005'an de li Amedê axivîbû û gotibû ‘pirsgirêka kurd pirsgirêka min e’. Di ser sala 2005’an de gelek tişt derbas bûn. Lê belê demokrasî hêj pêk nehatiye û di neçareserkirinê de israr dike. Niha jî nîqaşên Destûra Bingehîn a nû tên kirin. Xebatek Tifaqa Millet a destûra bingehîn a nû heye. Ev girîng e. Di hundirê wê de tê gotin ku her kes welatiyê Komara Tirkiyê ye. Lê ez dixwazim vê hîs bikim. Ez dixwazim hîs bikim ku hemwelatiya vî welatî me. Zimanê dayika min zazakî ye û ez dixwazim zimanê min were nasîn.”    Rûniştina dozê bi parastinan berdewam dike.