Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin 2021-10-22 11:56:17 RIHA - Parêzeran di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaza parastina li dijî mutalaya dozger ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20’ê Tîrmeha 2015’an de wê ji zarokên Kobanê re pêleyîstok bibirina. DAIŞ’ê li ber Navenda Çandê ya Amara li dijî ciwanan êrişa bombeyî pêk anî û 33 ciwan canê xwe ji dest dabûn. Doza derbarê komkujiyê de berdewam dike. Rûniştina 21’emîn a Doza Pirsûsê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê li Kampûsa Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T tê lidarxistin. Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir.    Baroya Semsûrê xwest daxilî dozê bibe, lê dadehê daxwaz red kir. Dozger mutala xwe ya di rûniştina 19’emîn de eşkere kiribû dîsa dubare kir. Biryar hat dayîn k udi danişîna beriya niha de parêzeran parastinê kiriye û wekîlên şahidan divê parastinê nekin.    DAXWAZA PARASTINÊ YA PARÊZERAN HAT REDKIRIN    Parêzeran îtîrazî biryarê kir û ji bo li dijî mutalayê daxwaza parastinê kirin. Her wiha malbatan jî bertek nîşanî biryara dozger da. Şandeya dadgehê bi hêceta ku parêzeran danişînek berê daxwaza reda dadgerî kirine, daxwaza wan a parastinê bi pirdengiyê red kir.    Şandeya dadgehê navberek kin da rûniştinê.