Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2021-10-22 11:24:14 STENBOL - Malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Kayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û miduriyeta girtîgehê dan.  Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de dimîne Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo hevdîtina roja Duşemê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û miduriyeta girtîgehê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdan kirin. Malbatan wekî din ji bo hevdîtinê bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Miduriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan.     BERSIVA SERLÊDANAN NAYÊ DAYÎN   Di 23’yê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Ocalan û 3 girtiyên gel wî.    Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan. Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.   HEVDÎTIN DI NIVÎ DE BIRÎN    Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.