Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir 2021-10-22 10:55:31 ŞIRNEX - Li Girtîgeha Bandirmaya bajarê Balikesîrê, pirtûka nivîskar Bahadîn Robar a  Antolojiya Dengbêjên Botanê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin. Li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe. Name, pirtûk, rojname û kovarên kurdî li girtîgehan hatine asta qedexekirinê. Mînaka vê yekê ya dawî li Girtîgeha Bandirmaya bajarê Balikesîrê qewimî.    Girtiyê bi navê Mustafa Acet ku li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa T a Jimara 2’yan tê girtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku pirtûka nivîskar Bahadîn Robar a Antolojiya Dengbêjên Botanê nedane girtiyan û hatiye desteserkirin.    PIRTÛKA KURDÎ HAT DESTESERKIRIN   Di hevdîtina heftane de Acet ev tişt ragihandin: "Binpêkirina mafan her ku diçe xirab dibin. Mehek beriya niha pirtûka Antolojiya Dengbêjên Botanê a ku we şandî ji hêla rêveberiya girtîgehê hat desteserkirin. Her wiha şalwar û kefiyên min jî desteser kirin."   Acet bang li raya giştî kir ku li hemberî binpêkirinên mafan bêdeng nemîne.