YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e 2021-10-22 10:08:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora welatan a sala 2021'an a ji aliyê Komîsyona Yekitiya Ewropayê ve hat aşkerekirin de, Tirkiye cara ewil li Sûriyeyê weke “hêzeke dagirker” hat pênasekirin. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), Rapora Pêşvebirina Tirkiyeyê di 20 'ê Cotmehê de aşkere kir. Di rapora salane ya Komîsyona YE ya li ser welatan de, Tirkiye cara ewil li Sûriyeyê weke "hêzeke dagirker" hat pênasekirin. Di raporê de ku rexneyên giran li Tirkiyê hatin kirin û hat diyarkirin ku polîtîkaya derve ya dawî ya Tirkiyeyê ne li gorî pêşîlêgirtinên ewlehî û polîtîkaya derve ya Yekîtiya Ewropayê ye.    YE’yê di raporê de got armanca Tirkiyê ya 'Sûriyeyeke biîstiqrar û dewlemend' jî ji hêla YE'yê ve hatiye parvekirin û wiha got: “Tirkiye beranberî vê yekê hemleya xwe ya leşkerî ya li Bakurê Sûriyê bi beşdarbûna milîsên ku piştgiriya wê dikin, didomîne. Tirkiyê her wiha torên xwe yên binesaziyê li bakurê Sûriyeyê zêde kirin û pêşkeşkirina xizmetên bingehîn zêde kir.”   ‘TIRKIYEYA DAGIRKER’   YE’yê di raporê de diyar kir ku rewşa mafên mirovan a li herêmên di bin kontrola leşkerên Tirk û hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve de, hê jî cihê fikaran e û got: “Rayedarên Tirk piştgiriya çalakiyên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve ji bo vegerandina aramiyê û avakirina avahiyên îdarî li ser erdê pêk tên, kirin. Tevî hemû hewldanan jî divê Tirkiye weke hêzeke dagirker bala xwe bide ser pirsgirêka mafên mirovan.”     Balkêş e ku di rapora her sal tê weşandin de ji bo Tirkiyeya li Sûriyê dimîne, penasekirina “hêzeke dagirker” ku beriya niha nehatibû gotin, hat kirin.