YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne 2021-10-22 09:40:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Fraksiyona YNK’ê Osman Sêderî bersiva daxuyaniya Xelîfan a PDK’ê da û diyar kir ku tu agahiya hikumetê ji vê bûyerê nîne.  Hêzên taybet ên PDK'ê di 28-29 'ê Tebaxê de li herêma Xelîfan a Herêma Federe ya Kurdistanê komeke endamên HPG'ê xistibûn kemînê û 5 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Endamê Polîtburo ya PDK'ê Cehfer Emînkî li ser bûyerê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Muxatabê bersiva vê pirsê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Bersivê didin an nadin ew dizanin. PDK partiyeke siyasî ye û di nava hikumeta Herêma Kurdistanê de xwedî rol e.”     Têkildarî mijarê Cîgirê Serokê Komîsyona Pêşmergeyan a li Parlementoya Herêma Kurdistanê û endamê Fraksiyona YNK’ê Osman Sêderî ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Tu têkiliya me bi Pêşmergeyên Roj re nîne. YNK, ji tu pratîkên wan jî ne berpirsyar e.”   Sêderî, têkildarî îdiaya Emînkî ku muxatabê bûyerê hikumete jî bi lêv kir ku tu agahiya hikumetê ji vê bûyerê nîne.