Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin 2021-10-22 09:02:54 AMED - Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, anî ziman ku di dozên îstismarkirina zarokan de daraz kiryarên ku peywirdarên dewletê ne diparêze û got: "Gava kesê sûc kiribe karmendekî dewletê be, dadgeh ji dêvla ku wî bidarizîne, wî helal dike."    Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di sala 2019'an de nêzî milyarek zarokên temenê wan di navbera 2-17 salan de zarok bi tahdeya fizîkî, zayendî an jî hestî re rû bi rû mane. Li Tirkiyeyê jî li gor daneyên 2016'an ên TUÎK'ê, hejmara dozên têkildarî îstismarkirina zarokan, di 10 salên dawî de 3 qat zêde bûne. Li gor raporê 250 hezar zarok hatine îstismarkirin. Li gor daneyên 2019'an ên TUÎK'ê 206 hezar û 498 zarok wekî mexdûr hatine, lê belê ji vana ji sedî 15.2 hatine îstismarkirin. Lê belê êdî daneyên fermî nayên parvekirin.    Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, pratîkên darazê yên di warê îstismarkirina zarokan de nirxandin.    RIZANDIN   Gun, bal kişand ser îstismarkirina zarokan a di demên dawî de zêde bûye û got: "Îstismara zarokan pirsgirêkek û dîmeneke rizandina civakê ye. Bi fikira ku tahde li bedena zarok bê kirin û li serê wê desthilatek bê avakirin, ev tişt tên kirin. A rast, ev tahdeyeke mezina ye. Çawa ku gava me behsa meseleya jinê dikin em pê re behsa tahdeya mêr dikin, di meseleya zarokan de jî tahdeyeke mezinan heye."    DELÎLA BERBIÇAV    Gun, pratîkên darizandinê yên darazê wekî "darizandineke xirab" şîrove kir û ji bo nîqaşên "delîla berbiçav" a di darizandina kiryar de jî ev tişt gotin: "Ji bo girtina kiryar delîlek berbiçav divê, ji lew re girtin tevdîreke pir cidî ye. Lê meseleya ku divê mirov li ser bisekine ev e; çima beyana zarok wekî delîleke berbiçav esas nayê girtin. Zarokê dikare biaxive bi devkî dibêje, yê nikare biaxive jî tişta hatiye sera li ser kaxezê xêz dike. Ev delîline têra xwe ne ji bo girtinê. Lewma lêgerîna ji bo delîla berbiçav, divê nebe hincet ji bo darazê."    REFLEKSA PARASTINÊ YA DARAZÊ   Gun, diyar kir ku darizandineke bi awayekî qismî dikare pêşî li ber van bûyeran bigire û got: "Partîkên darizandinê yên herî xirab, dozên ku kiryar peywirdarên dewletê ne. Peywira darazê ew e ku edaleta di navbera gel û dewletê de pêk bîne. Tew carinan divê li hemberî dewletê gel bihêz bike. Halbûkî daraz, gava kiryar xwedî nasnameyeke dewletê be, yanî mamoste, esker, mele be, di cîde refleksa parastina wî, lê peyda dibe. Di vî warî de daraz, ji bo parastina peywirdarên dewletê, xwe wekî zirxekî dihesibîne."    Gun ku got "Dewlet hewl dide 'zarokên xwe yên xirab' bixemilîne û wan têxe vîtrinê" anî ziman ku ev doz veguherîne pêşandaneke şanoyê ku sûcdar tên legazlîzekirin. Gun got: "Heger sûcdar karmendekî dewletê be, ji dêvla ku bê darizandin, dewlet wî helal dike. Mesela, li Qursa Qur'anê ya Leylî ya Tilloyê ku wekî Medreseya Mele Burhaneddîn, tê zanîn, zarok hat îstismarkirin. Îdianameya bûyerê di rojekê de hat amadekirin. Yanî dozgerekî di rojekê de îdianame amade kir. Lê heman dozger ji bo bûyerine din, di du salan de îdianameyê amade nake. Bê têkilya wî bi malbatê re çi ye nizanim, lê wer xuya ye dê dosye bê girtin. Daraz, bi vê pratîkê xwe dilewitîne."    TIRKIYE GUH LI PEYMANAN NAKE   Gun, destnîşan kir ku Tirkiye bi temamî berevajî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yebûyî û Mafên Parastina Zarokan tevdigere.    ZAROK TÊN TRAVMATÎZEKIRIN   Gun, diyar kir ku dewlet bi kêmasiyên di darazê de zarok bi tenê dihêle û ji xeynî vê malbat jî zarokan bi tenê dihêlin û gt: "Hin bûyer hene malbat jî gilî nakin. Lewma zarok bi tenê dimîne û xwebaweriya wî/ê qels dibe. Ev jî tê wateya ku zarok tim travmatîze dibe. Ev yek ji ber pêvajoya darizandineke xirab û piştgiriyeke xirab a malbatê rû dide. 3 mekanîzma hene ji bo ku zarokê/a mexdûr xwe biparêze; malbat, daraz û civak. Lê belê her sê jî, tim zarok mexdûr dikin."    Gun, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di warê sûcên li hemberî zarokan qanûn nayên şixulandin û got: "Kesên di vî warî de şareza divê hebin. Heger pêk bên, qanûnine pir baş hene. Tirkiye alîgirekî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye, lê li gor wê hereket nake. Heger hûn xwedî qanûnên herî baş ên cîhanê bin jî, heger pêk neyê, ew qanûn bi kêrî tiştekî jî nayên. Divê dozger û dadge rjî hesas bin. Lê mixabin pratîkine baş tune ne."    MA / Eylem Akdag