Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin 2021-10-22 09:02:52 AMED - Hiqûqnasan diyar kirin ku girtiyên cezayên wan qediyane bi hincetên kêfî nayên berdan û gotin: "Heyfê ji girtiyên siyasî distînin."  Bi Qanûna Înfazê ya vê dawiyê re ku di 1'ê Çileyê de ket meriyetê, girtiyên ku cezayên wan qediyane nayên berdan. Piştî çêkirina vê qanûnê li girtîgehan Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Midûriyeta Girtîgehê hat avakirin û ev deste bi hincetên kêfî pêşî li ber berdana girtiyan digire. Li hêlekê "poşmantî" li girtiyan tê ferzkirin, li hêla din jî gelek girtî bi hincetên wekî "odeya xwe tim diguherîne" û "bi kurdî stiriye" nayên berdan.    POŞMANÎTÎ HAT FERZKIRIN   Ji van girtiyan yek hê Sadik Ozbay e. Ozbay ku 12 sal ceza lê hat birîn û piştî 9 salan diviyabû bi awayekî "şertî bihata berdan", b hinceta ku "poşmanîtî qebûl nekiriye ji hêla Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Midûriyeta Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê berdana wî du caran, her carê 6 mehan, hatiye taloqkirin. Ozbay, 10 meh in sûd ji mafê berdana bi şerî nagire.   Li Girtîgeha Ceyhan a Tîpa M'yê Mazlûm Erdem jî piştî temamkirina înfaza 6 sal û 3 meh cezayê lê hatiye berdan, bi hinceta ku "21 caran odeya xwe guherandiye, gava av xerc kiriye kanî vekirî hiştiye" înfaza wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Berî ku 6 mehên wî biqedin, dê înfaza wî 6 mehên din jî bê taloqkirin.    BI KURDÎ STIRIYE Û GOVEND GERANDIYE!   Sedat Karak jî ku di Girtîgeha Mereş Turkoglû ya Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye û cezayê wî qediyaye, bi hinceta cezayên dîsîplînê yê li Girtîgeha Osmaniye ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê lê hatine birîn, nehat berdan. Desteyê bi hinceta ku Karak bi kurdî straye û govend gerandiye ew berneda.    CEZAYÊ WÎ 15 SALAN ZÊDE HAT HESIBANDIN   Resûl Baltaci jî ku di sala 1992'yan de li Êlihê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, bi hinceta ku "eşyayên qedexe anîne girtîgehê" berdana wî hat taloqkirin. Her wiha cezayê Baltaci jî şaş hatiye hesibandin. Dozgerê Komarê yê Duzceyê, di demnameya ceza de, ji dêvla ku cezayê li girtîgehê bê kişandin 36 salan bihesibîne, 45 sal hesibandiye.    Li Girtîgeha Balikesîr a Tîpa L'yê Hamdîn Demîrkiran jî bi hinceta cezayên dîsîplînê nehat berdan.    Ceylan Bozkûrt û Dîdar Boz ên di Girtîgeha Şakranê de jî bi hinceta di jimariyê de hewl nedane înfaza wan hat taloqkirin.    NE SAZIYEKE BÊALÎ YE   Parêzerê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê Ji Bo Malbatên Girtî û Hikimxwaran (TÛHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan ne sazînî bêalî û serbixwe ne û got: "Beriya rêziknameyê, kesekî/e ku dadgehê 6 sal û 3 meh ceza lê birîbe, piştî ji 4 payan 3 payê ceza, yanî 4 sal û 8 mehan, sûd ji berdan bi şertî digirtin. Lê belê piştî pêkanîna kontrolkirina berdanê, cezayê bê kişandin bû 3 sal û 8 meh. LÊ ev pêk nayê, berevajî wê girtî ji 4 payên ceza 4 payan di girtîgehêd e dimînin."    Çakas, destnîşan kir ku ev deste xwe wekî dadgehan dihesibînin û pirsên wekî "Tu poşman î, yan na?" ji girtiyan dipirsin û got: "Kî poşman dibe yan jî nabe, ev ne meseleya girtîgehê ye. Ji bo vê desteyê ya girîng, girtî xwedî halekî baş e yan na."    ÎDARE GUH LI AYM'Ê NAKIN   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Şemdîn Şahîn jî xala "Îdareya girtîgeh ne xwedî hukm e" ya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bibîr xist û anî ziman ku lê belê îdareyên girtîgehê guh li vê nakin. Şahîn ku got "li hemberî girtiyên siyasî heyfstendineke qesdî heye" evt tişt gotin: "Bi beyanine neberbiçav înfaza girtiyan tê şewitandin. Li gor rêziknameym, divê 6 mehên dawî esas bê girtin, lê niha cezayên dîsîplînê yên çend sal berê esas digirin. Bi vî awayî dixwazin girtiyên siyasî bitepsînin."    SERLÊDAN   Şahîn, diyar kir ku OHD'ê li dijî van bêhiqûqîtiyan rapor amade kiriye û dê serî li saziyên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî bidin.    MA / Mehmet Guleş - Mehmet Erol