Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin 2021-10-22 09:02:51 ENQERE - Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci, anî ziman ku li şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin karker bi mobbîng, tahde û gefxwarinê re rûbirû dimînin û got: "Endamên me bi hincetên bêbinî tên îxrackirin."  Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredariyan û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (Tum Bel-Sen) Erdal Bozkûrt tevî heyetekê çû şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin. Heyet, Wan, Êlih, Colemêrg û Agirî jî di nav de li 8 bajaran çûn şaredariyan û guh li daxwazên xebatakaran û kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin kirin.    Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci, derbarê serdanên hatin kirin de axivî.    Yildirimci, anî ziman ku bi tayinkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û polîtîkayên qeyûman derbe ye li hemberî hemû nirxên gel û kedkaran.    Yildirimci, bibîr xist ku li bi taybetî li Wan, Mêrdîn û Amedê û deverên din hezar û 400 xebatkar hatine îexrackirin û ji sedî 80'yê dosyeyên berpêşî Komîsyona Awarte hatin kirin jî hatine redkirin. Yildirimci got: "Li şûna hevalên me yên hatin îxrackirin xizmên kesên di kdaroyên dewletê de bi cih kirine.   HINCETÊN ÎXRACKIRINÊ   Yildirimci, bal kişand ser hincetên îxrackirinê jî û got: "Li Wanê hevalek me hatiye îexrackirin û wekî hincet gotine 'du zarokên te li çiyê ne.' Dev ji bêhiqûqîtiyê berdin, belê du zarokên hevalê me hene û yyek 3 sal û nîvî û yek jî 6 salî ye. Hevalekî me jî bi hinceta 'çûye dersxaneyên FETO'yê' hatiye îxrackirin. Hevalê me ezeb e û zarokên wî tune ne. Belkî hûn yeqîn nekin, lê ev tişt hemû di qeydên dadgehan de jî hene."   MOBBÎNG   Yildirimci, anî ziman ku li şaredariyên qeyûm tayinî wan hatine bi taybetî endamên wan bi îxrackirinî sirgûn, mobbîn, teqawidbûna bi darê zorê re rû bi rû ne û got: "Li hemû deverên ku em lê çalak bûn, Bem-Bîr-Sen a girêdayî Memûr-Senê xwe birêxistin kir. Tew berî ku Bem-Bîr-Sen li herêmê bibe sendîkaya karbidest, mafên me esas nehatin girtin û peymanên giştî hatin îmzekirin. Li wan deran bi kêmbûna endamên me û destdanîna ser karbidestiyê, qeyûmê tayiî vîna gel hat kirin, tayinî me jî hat kirin."    Yildirimci, bilêv kir ku bi polîtîkayên çewsîner, zext û tepisandinê li herêmê rêxistinbûyînên antî-demokratîk tên kirin û got: "Me di serdanên xwe yên herêmê de fêm kir kir gotine 'heger hûn îstifa nekin, em ê we îxrac bikin.' Burokratên qeyûm gef li endamên me xwarine û gotine 'An rûmeta we an jî nanê we. Tercîhekê bikin.' Bi taybetî li şaredariyên qeyûm taynî wan hatine kirin rêxistineke derî ehlaqê û derî qanûnî ya bi vî rengî tê kirin, 'Ez malbata te nas dikim, ez ê vekolim, ger tu derbas nebî, tu yê bê îxrackirin.'"    Yildirimci, destnîşan kir ku bi çavên xwe bûne şahidê zextên li herêmê tên kirin û got: "Bi taybetî li şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin, hevalên me yên xebatkar nikaribûn serê xwe rakin û ji me re bibêjin 'merheba.' Gava me behsa tuzuka xwe û sendîkaya xwe dikir û çav bi navê KESK'ê diketin, ditirsiyan. Gava em ji Şaredariya Wan û Êlihê derketin, mirov hatin cem me û gotin, 'Em bi we re ne, dilê me bi we re ye, lê hûn dibînin, lewma bi we re eleqedar nebûm.' Tiştekî tirsnak e ku ew mirov di wan şertan de tên şixulandin. Mirov nikarin bi awayekî azad rahêlin rojnameya xwe û sohbetê bikin. Li her derî tên şopandin. Li Şaredariya Wanê, min xebateke legal dikir, lê polîs ji paş de ez dişopandim û bi kamerayê dîmen digirtin. Îja hesab bikin bê mirovên li wir bi derûniyeke çawa dixebitin."    Yildirimci, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a demokratîk a li hemberî polîtîkayên demokratîk bidome.   MA / Berna Kîşîn