Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide 2021-10-22 09:02:50 AMED - Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku dê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî serî li AYM û DMME'yê bide û xwest rojek berî rojekê muwekîlê wî bê berdan.  Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, 26 sal in girtiye. Ozkanê ku bi kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Bahtiyar Aydin tê tawanbarkirin, di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye û guatr, nexweşîna roviyan, qelb, tansiyona zêde, Alzheimer jî di nav de gelek nexweşîn lê peyda bûne. Ozkan, heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyo bûye. Kurê wî Ahmet Ozkan ku di qawîşa wî de ye, lê miqate ye.    Piştî derbarê Ozkan de biryara jinûve darizandinê hat dayîn, di 16'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Edeneyê danişîan ewil hat lidarxstin û dadgehê biryara berdewamiya girtîbûna wî da.    DÊ SERÎ LI AYM Û DMME'YÊ BIDE   Parêzerê Ozkan Serdar Çelebî, diyar kir ku ji bo muwekîlê wî bê berdan dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide û xwest rojek berî rojekê muwekîlê wî bê berdan.    NAYÊ DERMANKIRIN   Çelebî, bibîr xist ku gelek nexweşînên muwekîlê wî hene, lê Saziya Tiba Edlî (ATK) rabûye rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî û got: "Heftê sê çar caran diçe nexweşxaneyê ji bo kontrolê. Ji bo başbûnê tu tedawî nayê kirin. Hema bibêje bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Girtiyekî di vê rewşê de demildest divê bê berdan. Heger di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide, dê ji bo mirovahiyê bibe birîneke mezin a wijdanî û di warê hiqûqî de jî dê bibe cihê karesatekê."    ‘KELEMÇE PEYAM E'   Çelebî, ji bo kelemçekirina Ozkan jî got: "Helbet cendirme, ji bo kesê di bin kontrola wî de nereve, hin tevdîran digire, lê belê kelemçekirina kesekî ku bi zorê dimeşe nayê fêmkirin. 'Gumana dibe ku bireve' ne gumaneke qanehker e. A rast bi vê dixwazin peyama 'dê înfaza Ozkan neyê sekinandin' bidin."    Çelebî, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de gelek girtiyên edlî hatine berdan û got: "Lê heman tişt ji bo girtiyên siyasî yên nexweş ên wekî Ozkan nehat kirin. Ev di warê hiqûqî de dustandardî yye. Tu eleqeya vê bi hiqûqê re tune ye."    MA / Mehmet Guleş