Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin 2021-10-21 16:11:23   ENQERE - Derbarê 9 kesên ku di 12’ê gulanê de êrişî Malbata Dedeogullari ku hatibûn qetilkirin, kiribûn de doz hat vekirin. Di îdianameyê hat amadekirin de hatiye diyarkirin ku kujer Mehmet Altûn bi 50 fîşekî çûye mala Dedeogûllari. Her wiha di Alî Çalik û Velî Keleş de jî bermayiyên şixulandin çekê hatine tespîtkirin.   Li navçeya Meramê ya Konyayê beriya Komkujiya Malbata Dedeogullari, di 12’ê gulanê de kesên ku komkujî pêk anîbûn êrişî ferdên malbatê kiribûn. 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê derbarê 9 kesên ku di 12’ê gulanê de êriş pêk anîbûn doz vekir. Doz ji sûcê “hewldana kuştinê, birîndarkirina bi wesf, binpêkirina destnedayîna konutê ya bi wesf” derbarê 9 kesan de hat vekirin.    Hin hûrguliyên îdianameya derbarê dozê de derketin holê. Di îdianameya hat amadekirin de hatiye diyarkirin ku gava kujer Mehmet Altûn hatiye zevtkirin di çeka wî de 10 fîşek hebûne û di berîka wî de jî şarjorek fîşek hebûne. Her wiha di berîka pantorê wî de jî 3 fîşekên MKE yên 9 mîlîmetreyî hebûne.    Di îdianameyê de rapora ku Midûriyeta Labaoratûvarê ya Krîmînal a Polîsan a Enqereyê di 27'ê Tebaxa 2021'ê de amade kiriye jî hatiye bicihkirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di bûyerê de çekek tenê hatiye şixulandin û yê çek şixulandiye Mehmet Altûn e û hemû kes bi vê çekê hatine kuştin. Her wiha di raporê de hatiye gotin ku piştî bûyerê ji bo svapê mînak ji gumanbaran hatiye wergirtin û li gor van mînakan di Alî Çalik û Velî Keleş de jî bermayiyên berdanê hatine tespîtkirin.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Alî Çalik di êrişa ewil de 18 rojan, Ayşe Keleş 49 rojan, Velî Keleş û Yahya Keleş jî 57 rojan di girtîgehê de mane.    Di îdianameyê de hatiye gotin ku di koma bi navê "mahkeme" ya WhatsAppê ya ji aliyê Alî Keleş ve hatiye çêkirin de, Yahya Çalik, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Alî Çalik, Alî Keleş, Velî Keleş û Ayşe Keleş jî hene.    Di îdianameyê de hatiye diyar kirin ku li gor qeydên HTS'ê Altûn bi hejmarên telefonê “0 535 927 00 07” û “0532 344 38 42”  ku di navbera 30'yê Nîsanê û 30'yê Tîrmehê de ew bi akr anîne, pêwendî bi gelek gumanbaran re daniye û di 3 mehan de carekê tenê telefonî xwişka xwe Ayşe Keleş kiriye.