Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû 2021-10-19 17:04:17   ENQERE - Rojnamevan Berna Kişin ji ber nûçeyên têkildarî malbata Dedeogûllari û Hakîm Dal ên di êrişa nijadperest de jiyana xwe ji dest dabûn, derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozger derbarê lêpirsînê de biryara dozvenekirinê da.    Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Anadolû ya Stenbolê, di 21’ê Tîrmeha 2021’an de derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berna Kîşîn de bi îdiaya “Xelk teşwîqî kîndarî û dijminatiyê kiriye” lêpirsîn dabû destpêkirin.    Nûçeyên Kîşîn ên “Li Enqereyê êrişî malbata kurd kirin” û “Polîs zextan li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin” ku di ajansê de hatin weşandin, bûn sedemê lêpirsînê. Dozger di 15’ê cotmehê de biryara dozvenekirinê da.