Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn 2021-10-19 16:36:00   MÊRDÎN - Qedexekirina pîrozkirina 30'emîn salvegera damezrandina NÇM'ê li navçeya Qoserê hat şermezarkirin.    Qedexekirina pîrozkirina 30'emîn salvegera damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) li Mêrdînê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Daxuyaniya ku hat xwestin li ber avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li navçeya Qoserê bê dayîn bi hinceta "Qedexeya çalakî û aktîvîteyan" a Walîtiya Mêrdînê destûr nehat dayîn. Piştre daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn. Rêveberên HDP'ê yên Mêrdîn û navçeya wê Qoserê û rêveberiya bajar a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê jî piştgirî dan daxuyaniyê.   Rêvebera NÇM'ê Sema Ozel Asî, qedexekirina pîrozkirina 30'emîn salvegera damezrandina NÇM'ê şermezar kir û diyar kir ku qedexekirin dijminahiya li ziman û çanda kurdî ye. Asî, destnîşan kir ku zihniyeta qedexeker her roj bi dorpêçkirina dora avahiya wan a bi maşîneyên zirxî xwe nîşan dide û ev tişt got: "Em vê zihniyetê şermezar dikin û li dijî vê zihniyeta qirêj em ê çand û hunera kurdî bidin jiyîn."