Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin 2021-10-19 14:50:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê, komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê 3 jinên din revandin.    Revandina jinan a li Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji sala 2018 'an de di bin kontrola Tirkiye û alîgirên wê de ye berdewam e. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di 17 'ê Cotmehê de li gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê 2 jin hatine revandin. Nayê zanîn ku her du jinên bi navê Mizgîn a 28 salî û Sozan a 33 salî bi ku ve birine.   CARA 3’YEMÎN TÊ REVANDIN   Piştî ku nûçeyên ku Nemet Behcet Şêxo ku dema ducanî bû di girtîgeha ku lê dihate ragirtin de bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, îro jî Elmasê Xelil Hec Ebdo (27) li gundê Kefersefrê yê navçeya Cindêrisê ji aliyê heman avaniyan ve hate revandin. Nayê zanîn ku Ebdo ya cara sêyem hate revandin birine ku derê.    279 JIN HATIN REVANDIN   Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di navbera salên 2018 û 2019’an de 40 jin hatin qetilkirin, 128 jin hatin birîndarkirin û tecawizî 60 jinan hat kirin. 279 jin hatin revandin. Ji 60 jinan 5 jê ber bi întîharê ve hatin dehfkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê jî li Efrînêw 7 hezar û 810 kes hatin revandin, aqubeta 3 hezar kesan ne diyar e û nêzî 50 kes jî li girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin.