Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand 2021-10-19 14:35:25 ENQERE - Endamê RTUK’ê yê HDP’ê Alî Urkut ê ji Doza Kobanê tê darizandin diyar kir ku bidawîkirina pêvajoya diyalogê û israra di polîtîkayên ewlehiyê de xesarek mezin da AKP’ê û got: “Îqtidarê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand.”  Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê di roja 2’yemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Komek parlamenterên HDP’ê, malbatên girtiyan û parêzer dozê dişopînin.    Di rûniştinê de ewilî Endamê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) yê HDP’ê Alî Urkut parastina xwe kir. Urkut got ji ber ew HDP’yî ye salek e bi awayek neheq û bêhiqûqî girtî ye.    ‘YÊN KU PIŞTEVANÎ DAN DAIŞ’Ê HDP’Ê DIDARIZÎNIN’   Urkut pêvajoya çareseriyê û pêvajoya berxwedana Kobanê bi bîr xist û got: “Ji ber AKP’ê destekê dida DAIŞ’ê û niha jî destekê dide OSO’yê xelk rabû ser pêya û dagirkeriya DAIŞ’ê qebûl nekir. Divê ji bo pêvajoya çareseriyê yasaya bihatana derxistin, lê bi weşandina Peymana Dolmabahçeyê re pêvajo demek şûn de hat bidawîkirin. Neteweyên Yekbûyî jî li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Musilê bang kir û gelek sazî û dezgeh ji Tirkiyê beşdarî vê bangê bûn. Me jî piştevaniya gelê Kobanê kir. Ev nabe sûc. Piştevaniyek mirovî bû. HDP di derbarê pêvajoya Kobanê de bi yekîneyên eleqedar ê dewletê re di nava diyalogê de bû. Yên ku niha me didarizînin bila bînin bîra xwe ku Salih Muslim anîn Tirkiyê. Yên ku komkujiyên DAIŞ’ê li Tirkiyê pêk anîn nabînin, radibim me didarizînin. DAIŞ hêj li Tirkiyê hebûna xwe diparêz e. Li Amed, Pirsûs, Stenbol, Dîlok û Enqereyê bi sedan kes qetil kirin.”   PROVOKASYONÊN LI HEMBER ÇARESERIYÊ    Urkut destnîşan kir ku bi çalakiyên Kobanê re hêzên ku pêvajoya çareseriyê nedixwestin ketin dewrê û xwestin peşkê li pêvajoya aştî û çareseriyê bikin. Urkut got seranserî pêvajoya çareseriyê ew bi provokasyonan re rûbirû mane û di taliyê de pêvajo qedandin. Urkut anî ziman ku tevî hemû hewldanên wan jî derbarê çalakiyên Kobanê de komîsyonek lêkolînê li Meclîsê nehatiye avakirin û xwest ku derbarê bûyeran de ji Wezareta Karên Navxweyî were daxwazkirin.    ‘HDP NE TUNDIYÊ, ÇARESERIYÊ XWEST’    Urkut destnîşan kir ku berpirsiyarê bûyeran ne HDP ye û banga HDP’ê ne ji bo tundiyê bûye û wek ku Daîreya Mezin a DMME’yê derbarê Demîrtaş de biryar daye nabe ku MYK’a HDP’ê ji bûyeran berpirsiyar were girtin. Urkut got berevajî vê sûcdariyê HDP’ê di çareseriyê de israr kiriye. Urkut anî ziman ku ji Doza Kobanê tê darizandin diyar kir ku bidawîkirina pêvajoya diyalogê û israra di polîtîkayên ewlehiyê de xesarek mezin da AKP’ê û got: “Îqtidarê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand. Her ku diçe AKP ji ber xerakirina pêvajoyê diqede û dawiya xe tîne.”    Dadgehê navber da rûniştina dozê û pişt re wê dîsa bi parastina Urkut bidome.