HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir 2021-10-19 13:20:15   ENQERE - Şandeyek HDP’ê di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de serdana KESK’ê kir û di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê budçeyek alîkariya aştî û kedê bike were veqetandin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de serdana Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) kir. Şandeya ji Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Danişi Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya Komîsyona Kedê Bepirsiyar Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsiyar û Parlamenterê Amedê Garo Paylan pêk hat serdanê kir. Serdan li navenda KESK’ê pêk hat û Sekreterê Giştî yê KESK’ê Şenol Koksal û rêveberên KESK’ê şandeya HDP’ê pêşwazî kir.    GEL FEQÎR BÛYE    Cîgira Hevserokên Giştî Şaziye Kose ew ji bo pêşniyazên KESK’ê yên derbarê budçeyê de werbigirin hatine serdanê û got gel ji ber polîtîkayên îqtidarê çavkaniyên xwe yên debarê winda kirine. Kose diyar kir ku ew li dijî budçeyê şer dixwazin budçeya civakî û aştiyê û kedê ava bikin.    Sekreterê KESK’ê Şenol Koksal jî got ew ê ji bo budçeyê serdana partiyên siyasî bikin û daxwazên xwe bînin ziman û ew ê budçeya kedê biparêzin.    BUDÇEY ŞER NA BUDÇEYA GEL    Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku divê budçe ji bo jinan, ciwanan û kedkaran were veqetandin û lê budçeya heyî ne ya ciwan, jinan û kedê ye û ew dixwazin budçe ne ji bo şer ji bo karker û kedkaran were veqetandin.    Garo Paylan jî destnîşan kir ku divê her kes li dijî pergala ku kedê dixwe û budçeya şer amade dike nerazîbûnên xwe nîşan bide û banga mezinkirina têkoşîna li dijî budçeya şer kir.