Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre 2021-10-19 13:17:18 NANVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Takor Zerdeşt, di nivîsa xwe ya Rojnameya Welat de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û diyar kir ku ji ber Artêşa Tirk di êrişan de gaza kîmyewî bi kar tîne sivîl jiyana xwe ji dest didin û hikûmeta herêmê vê rewşê vedişêre. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê ku di meha nîsanê de dest pê kiribûn, didomin. Di rojên dawîn de tê angaştkirin ku Tirkiyeyê di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne û gelek sivîl ji van çekan bi bandor bûne. Tê gotin ku gelek sivîl ji ber bandora li ser xwe çûne nexweşxaneyan û tedawî dibin. Nivîskarê Rojnameya Welat Takor Zerdeşt, di nivîsa xwe ya îro ya bi ser navê “Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre” de bal kişand ser vê mijarê û diyar kir ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li herêmê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê rewşê vedişêre.    ‘PDK SÎXURIYÊ BI PÊŞ DIXE’   Nivîsa Zerdeşt bi tevahî wiha ye:   “Li başûrê Kurdistanê ji Heftenîn, Metînan, Kanîmasê û Zapê heta digihîje qada Avaşîn û Werxelê bi mehane bi giranî di bin êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de ne. Dewleta tirk a dagirker, ji bo êrîş û çavdêriyê li seranserî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş bixe; çekên giran û teknîka pêşketî bikar tîne. Li herêmê bi hevkariya PDK’ê sîxuriyê pêş dixe. Bi kamera, drone (SÎHA) û teknîkên pêşketî herêmê dişopîne. Tevî hemû hewldanên Tirkiyeyê gerîla bi berxwedaniyek bê mînak têdikoşe. Di seranserî dîrokê de mînakek wisa tune ye. Gerîla bi vê têkoşîna xwe ya dîrokî êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Lewre wekî mîna berê dewleta tirk serî li her rengê hovîtiyê dide. Ji bo ku îradeya gelê kurd bişkîne serî li hemû rêbazan dide. Her cureyên çek û teknîkên li dijî mirovî, gazên kimyawî di êrîşen xwe de bi kar tîne. Bi vê şewazê her çiqasî encam bidest nexistine jî lê pir caran em dibihîzin gerîla bi gazên kîmyawî şehîd dikevin. Gerîla bi her awayî heya astekê li hember vê hovîtiyê tedbiran digirin û rêçareyan dibîne. Lê gelê sivîl ê li herêmê zêdetir bi bêçareyî dibin qurbaniyê vê gazê. Li herêmê ji ber gazên kîmyewî û jahrîn, heta niha bi sedan kesan berê xwe dane qadên saxlem ên wekî Zaxo û Dihokê.   7 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE   Tişta pir sosret ew e ku hikûmeta başûrê Kurdistanê vê rastiyê vedişêre. Li gorî xizmeta dewleta dagirker tev digere. Rê nade ev rastî ronî bibe. Naxwaze raya giştî vê rastiyê bibîne. Bikaranîna çekên kîmyewî û jahrîn, di danezanên mafê mirovî de wekî sûcê şer û derveyî exlaqa mirovahiyê tê pênasekirin. Ev yek hatiye mahkûmkirin. Di vê dawiyê de ev mijar ji aliyê ektîvîstên kurd û cîhanî ve di qadên navdewletî de dibe dosyayek belgeyan. Ji ber vê yekê, her çend PDK vê rastiyê veşerê jî, dawiya dawî ev rûpelên rastiyê, dê di raya giştî de bê dîtin. Taliyê PDK dê ji ber vî sûcê xwe yê mirovahiyê li hember gelê xwe bê tawanbarkirin. Dê wekî sûcê mirovahiyê tev li rûpelên dîrokê bibe. PDK dê nikaribe xwe ji vê rûreşiyê rizgar bike. Di vê dema borî de min peywendî bi gelek kesan li Dihokê û li herêmên Kanîmasê û Amêdiyê kir. Ez haydar bûm ku pir kesên sivîl bi vê jehrê ketine. Min peywendî bi hin kesên di nexweşxaneyan de kar dikin re kir. Li gorî şahidiya wan, 7 kes bi vê jehrê mirine. Ev yek hatiye piştrastkirin. Dibe ku hejmar pir zêtir be. Lê mixabin PDK bi tundî rê li pêşiya vê rastiyê digire. Rê li belavbûna van rastiyan digire. Lewra serjimêriya rast û dirust nakevin berdest. Li gorî çavkaniyên bingeha saxlem ev agahî hatin: Li gundê Bêgovan di 13’ê cotmehê de 10 kesên sivîl ku bi vê jehrê ketine serdana nexweşxanê kirin. Ji wir jî bi lezgînî şandine nexweşxaneya beşa hewarhatinê ya Dihokê. Hindek ji wan mirin.   Hindek kes jî ji navçeya Şêladizê bi heman nîşanên jehrîbûnê ji nexweşxaneya Şêladizê şandin beşa Hewarhatinê ya Dihokê. Min ji devê kesekê ji nexweşxaneya beşa hawarhatinê ya Dihokê bihîst ku ev nexweşe pir taybet e. Veşartiye û di bin çavdêriyê de ye.   BI VÎRÛSA KORONAYÊ VEDIŞÊRIN   Heman çavkaniyê diyar kir ku nexweş di bin navê ‘Ber bi bombardimanên firokên dewleta tirk ketine’ dikevin bin çavdêriyê. Lê dema mirov li wan temaşe dike, tu birîna ku ji wê encamê be, di laşên wan de xuya nake. Laşê wan kevil dide. Wekî ku şewata di agir de şewitî be. Ne birînek normal e ku diyar bibe. Ev şewat encama bombardurmanê ye. Ev kesên zanyarî didin, bi xwe jî nizanin ku ev nexweşî ji sedema gazên jehrî û kimyawî bûnê ye, ya na. Jixwe li gorî çavkaniyan hatine mîsogerkirin, pir bi azarên henas û oksîjenê re rûberû dimînin. Ev dibe sedem ku wan bi ketina şewba vîrûsa koronayê bênase bikin. Wekî ku ne bi gazên jehrî şewitî bin. Ev sûcê li dijî mirovahî û gelê kurd tê kirin. Ev bi destê PDK’ê tê kirin. PDK bi vê yekê rûyê xwe yê reş di dîrokê de dinivîsîne. Divê bi lez Komîteyek Çavdêriyê ya pêkhatî ji civateke beşa mafê mirovan û saziyên weke SPT were avakirin. Bi lezgînî ev rewş bikeve bin lêkolînek baş û bi şêwazekî navneteweyî bikeve bin lêpirsînan. Ev karê qirêj a dewleta tirk bi tundî were protestokirin. Divê helbet PDK jî di vî warî de bê cezakirin. Eger PDK di van kirinên xwe de bi israr be, divê ji aliyê navendên partiyên siyasî ve were darizandin.”