Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike 2021-10-19 11:33:13 AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike û wiha got: “Hewldana êrişê ya Tirkiyeyê wê hem li Sûriyeyê hem jî li Kurdistanê rê li ber çiravên şerê navxweyî veke . Ev operasyon ne çareserî ne, bîrên kor in.” Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ji nû ve kir hedef, danûstandinên herêmî û global tên kirin. Erdogan piştî Lijneya Wezîran a hefteya borî îşaret bi operasyoneke li dijî herêmê kir. Piştre Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî bi heman awayî daxuyanî dan. Tirkiyeya ku salên borî bajarên wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye, li herêma Federal a Kurdistanê jî li gelek herêman baregeh ava kirine. Tirkiye ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de diçe û tê, dixwaze Kurdistana Federe û Rêveberiya Xweser ji hev qût bike. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, polîtîkayên êrîşkar ên li ser kurdan nirxandin.    ‘JI AMERÎKA Û RÛSYAYÊ DEST VALA VEGERÎ’   Çîftyurek, diyar kir ku Tirkiyeya ku bi Amerîka û Rûsyayê re pirsgirêkan dijî tengav bûye û wiha got: “Ji bo ku ji vê tengaviyê derkeve di serî de qeyrana aborî ji bo ku li dijî hemû pirsgirêkan bibêje ‘Binerin, min li Rojava di mijara terorê ku talokeyeke herî mezin e de gaveke dî avêt’ çû ewil li deriyê Amerîkayê xist. Xwest ku ji bo êrişeke nû destûrê bigire. Lê destvala vegerî. Ligel vê yekê bi lez û bez bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re bi lez û bez randevû amade kir. Çû Soçiyê û li ser maseyê di serî de pirsgirêka kurd, meseleya Îdlibê, Azerbaycan-Ermenîstanê û her wiha mijarên Ûkrayna-Qirimê bi dehan pirsgirêk hebûn. Di vê civîna ku nêzîkî sê saetan berdewam kir de hat dîtin ku li ser tu pirsgirêkan li hev nekirin. Bi awayekî balkêş piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê cuda cuda dan. Ji ber vê yekê ji Soçiyê jî destvala zivirî.”   Çîftyurek, destnîşan kir ku Îdlîb di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de xwedî cihekî girîng e û wiha berdewam kir: “Piştî Soçiyê êrîşên li ser Îdlîbê dewam kirin. Vê rewşê Tirkiye gelekî aciz kir. Heta Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê di dema çû Soçiyê got 'Em dixwazin Tirkiye û Amerîka ji Sûriyê derkevin. Dem hatiye, divê ew derkevin.' Tirkiyê ji vir jî peyamek girt.”   ‘BIRYARA AMERÎKAYÊ ACIZ KIR’   Çîftyurek, bi lêv kir ku Tirkiye dibe ku ji bo derbaskirina xitimîna siyasî ya li Sûriyeyê, her wiha gelek qeyranên li hundir, plandike ku êrîşekê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedefa eşkere ya vê êrîşê Til Rifat e. Lê dikare Til Rifatê bike hedef û êrişî Eyn Îsa û Til Temirê bike. Ji ber ku ev demeke gotegot hene ku têkiliya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de qut bûye. Serokê Amerîkayê Biden ji bo pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigire, dema ' Rewşa Lezgîn' ya li Sûriyeyê saleke din dirêj kir. Bîden got, ‘Hûn nikarin êrişî Rojava ya xweser ku ez piştevaniya wê dikim bikin’. Biryar helwesteke wisa bû. Ya ku Tirkiye herî zêde aciz kir ev bû.”   DIXWAZE PEYAMÊ BIDE RAYA GIŞTÎ   Çîftyurek, da zanîn ku qasî tê fêmkirin Amerîkayê çareseriya pirsgirêka Rojava ya li ser bingeha xweseriyê hewaleyî Rûsyayê kiriye û wiha pê de çû: “Bi awayekî balkêş Rûsyayê yekemcar li ser xweseriya kurdan axivî. Ji xwe dema Serokê Sûriyê Esed çûbû Moskowê, yek ji mijaran jî ev bû. Yek ji mijarên ku Rûsya hewl dide Esad îqna bike jî ev e. Rûsyayê heta niha Amerîka weke cihêkar didît. Ji ber ku dixwest xweseriyê bide kurdan. Daxuyaniya Biden û helwesta Rûsyayê ev nîşan da. Rûsya jî dixwaze xweseriya xwe bispêre axê. Lê zêdekirina tiştekî din , Rûsya dibêje ‘Ev xweserî wê ne xweseriyeke ku di dema pêş de rê li ber cihêbûnê veke be.’ Ev yek jî Tirkiyeyê gelekî aciz dike. Niyeta Tirkiyeyê ew e ku bi vê êrîşê re peyamê bide raya giştî ya navxweyî ku ‘ez derbasî Sûriyeyê bûm, min ev der girtin’ Bêguman îhtîmala êrişê heye.”   ÊDÎ HATIN DAWIYA RÊ    Çiftyurek diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê êdî li ber qedandinê ye û got: “Ji ber vê yekê îro di asta îstîxbaratê de diaxivin. Dibe ku di dema pêş de di asta hikûmetê de jî li hev bicivin. Ji ber ku geşedanên din jî hene. Weke mînak lihevhatina Sûriyeyê ya bi cîhana Ereban re bi lez dibe. Beriya du rojan Esad bi qralê Urdunê re rûnişt. Dîsa welatên Ereb dest bi aktîfkirina sefaretxaneyên xwe yên li Şamê kirin. Di heman pêvajoyê de Tirkiyeyê ev yek dît, lewma lez da pêvajoya asayîkirina têkiliyên bi welatên ereb re. Bi taybetî jî Misir û Erebîstana Siûdî. Tirkiye niha baş dibîne ku formasyonên weke rejîma Sûriyeyê, alternatîfa rejîma Esad û Koalîsyona Neteweyî ya Mûxalîf û Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê, ti berdêla xwe ya navneteweyî nîne. Ji ber wî niha li rê û rêbazên têkiliyê bi Sûriyeyê re digere, ji bo paşve vegere. Tişta ku divê îro bibêje ev e. 'Min berê ev çete xwedî kirin. Qet nebe dema hikûmeta nû şeklê xwe bigire ez wan li wir biguherînim û destê min di hikûmetê de hebe.’ Lê êdî berdêla vê tune ye, polîtîkaya wê ya Sûriyeyê û Rojava têk çû. Bi kurtasî hemû siyaseta Erdogan a li Lîbya, Afganîstan, Îdlîb, Rojava û herêmên din têk çû. Erdogan niha li li ser kurdan ‘li serkeftinekê digere’.”   ‘ŞERÊ BI KURDAN RE DÊ BIDE WINDAKIRIN’   Çîftyürek, anî ziman ku şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike û wiha domand: “Hewldana êrişê ya Tirkiyeyê wê hem li Sûriyeyê hem jî li Kurdistanê rê li ber çiravên şerê navxweyî veke . Operasyonên wê yên li Kurdistana Federe jî bê encam man. Sedema ku îro berê xwe dan Rojava jî ji ber binkeftina li wir jiyaye. Îro Erdogan difikire ku ‘Ez ê çawa her du parçeyên Kurdistanê ji hev cuda bikim?' Ev operasyon ne çareserî ne, bîrên kor in.”   ‘DAWIYÊ LI ŞERÊ BI KURDAN RE BÎNIN’   Çîftyurek, diyar kir ku mûxalefetê jî ev xeterî dît li dijî operasyonê derket û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdogan bi vê dizane, lewma raya giştî ya neteweperest a tirk a li welat bi kar tîne. Ev ne ji bo berjewendiya gelê Tirkiyeyê, ne jî berjewendiya gelê Kurdistanê ye. Em careke din dibêjin, ‘Dawiyê li şerê bi kurdan re bînin’ Şer heta roja îro daye windakirin, wê ji îro û şunde jî bide winda kirin. Ji ber vê yekê divê Tirkiye di serî de Rojava divê destê aştiyê dirêjî kurdên li hemû parçeyan bike.”     MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol