Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin 2021-10-19 11:01:32 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: "Dayikek 225 roj in, li peyarêya Edliyeya Rihayê runiştiye û li benda edaletê ye. '286 parlamenterên' ku ji hewara dayikê re bêdeng in û çapameniya di bin zextên siyasî de bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bike."   Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku di 9'ê adarê de, ji bo ferdên malbata xwe yên ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edalatê dan destpêkirin, di roja 225'an de nobeta xwe domandin. Di saetên serê sibehê de malbat hat ber edliyeyê û li "Qoncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar" bi dovîza "Em tenê edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kir.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî hesabê Meclisê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê û Lijneya Giştî ya Meclisê etîket kir û ev parvekirin kir: "Dayikek 225 roj in, li peyarêya Edliyeya Rihayê runiştiye û li benda edaletê ye. '286 parlamenterên' ku ji hewara dayikê re bêdeng in û çapameniya di bin zextên siyasî de bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bike."