Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda 2021-10-19 09:10:26 MÊRDÎN - Dozgeriya ku derbarê polîs Savaş G. de ku li Kerboranê wesayîta zirxî li Suphiye Yakût qeliband, ceza xwestibû, piştî dadgerê dosyeyê guherî dev ji daxwaza xwe ya ceza berda. Dadgehê jî bi hinceta ku qeymeqamtiyê destûr nedaye darizandina ku 12 danişînê wê hatin lidarxistin da sekinandin û qeymeqamtiyê jî destûr neda derbarê polîs de lêpirsîn bê destpêkirin.  Di 22'yê Nîsana 2012'an de li Taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerboran a Mêrdînê wesayîta zirxî ya paşpaşkî diçû li Suphiye Yakût a 51 salî qelibandibû. Yakût ji ber vê seqet bûbû û ji ber vê derbarê polîsê ajovanê wesayîta zirxî Savaş G. de bi sûcê "birîndarkirina biqisûr" doz hatibû vekirin. Di doza ku 12 danişînê wê hatin lidarxistin de, pêzaniyê derbarê Savaş G. de raporek amade kiribû û di raporê de hatibû diyarkirin ku Savaş G. "bitemamî qisûrdar" e û "manwerayeke bêbaldar kiriye."    DOZGER DEV JI DAXWAZA XWE YA JI BO CEZA BERDA   Di çarçoveya rapora pêzaniyê de dozgeriyê mutalaa dabû û xwestibû Savaş G. bê cezakirin. Lê di danişîna 12'an a de dadgerê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 12'an a Kerboranê guherî û ji bo vekolandina dosyeyê danişîn taloq kir. Di danişîna 21'ê Nîsana 2021'ê de, meqama îdiayê ku berê xwestibû polîs Savaş G. bê cezakirin, piştî guherandina dadger dev ji vê daxwaza xwe berda. Dozgeriyê bi hinceta ku destûra darizandina polîs Savaş G. girêdayî destûra Qeymeqamtiya Kerboranê ye, xwest ji bo lêpirsînê destûr ji qeymeqamtiyê bê xwestin.    DARIZANDIN SEKINÎ   Dadgerê tayinî dadgehê hat kirin jî, bi hinceta ku Qeymeqamtiya Kerboranê derbarê Savaş G. de destûr alêpirsînê nedaye, darizandinê da sekinandin û ji bo qeymeqamtî destûrê bide muzakere nivîsî. Qeymeqamtiyê jî di bersiva xwe de ragihand ku destûra lêpirsînê nade. Piştî vê nivîsa qeymeqamtiyê darizandin hat sekinandin.    Qeymeqamtiyê di nivîsa xwe de rapora pêşvekolînê ya ji hêla cîgirê komîser M.D.D. ve hatiye nivîsîn ji xwe re kir hincet. Qeymeqamtiyê di nivîsa xwe de bal kişand ser vê rapora ku tê de hatiye gotin di vê bûyerê de tu qesdeke polîs Savaş G. tune ye.    BERSÛC TEVLI DANIŞÎNAN NEBÛ    Parêzerê malbatê Tahîr Demîr, diyar kir ku ji roja ku wesayîta zirxî li muwekîla wê qelibiye heya niha di warê hiqûqê de têdikoşin û got: "Di sala 2018'an de wesayîta zirxî li muwekîla min qelibî û muwekîla min birîndar bû. Piştî qezayê me pêwendî bi dozgeriyê re danî û me gilî kir. Dozger biryar da ku polîs bê cezakirin û îdianame ji Dadgeha Ceza ya Asliye ya Kerboranê r eşand. 12 danişîn hatin lidarxistin, lê bersûc tevli yekê jî nebû. Tim hicetan berpêş kirin."    RAPOR   Demîr, destnîşan kir ku daxwaza wan a ji bo rapora derbarê qezayê de hatiye qebûlkirin û got: "Di rapora ku pêzaniya trafîkê ya pispor a Mêrdînê de polîsê ku wesayîta zirxî dajot ji sedî sed biqisûr hat nîşandan. Serokatiya Saziya Tiba Edlî jî biryareke bi vî rengî da. Muwekîla min jî bêqisûr hat nîşandan. Lê di danişîna 12'an a dozê de dozgerê ku berê xwest polîs Savaş G. bê cezakirin, vê carê bi hinceta ku qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê nedaye, xwest destûra lêpirsînê bê stendinç Dadgerê nû jî bi hinceta ku qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê nedaye, darizandinê da sekinandin û ji bo destûra lêpirsînê bê dayîn ji qeymeqamtiyê re muzakere nivîsî. Qeymeqamtiyê jî di bersiva xwe de ragihand ku destûra lêpirsînê nade. Niha doz hatiye sekinandin."    DOSYE DADGEHA ÎDARE YA HERÊMÊ YE   Demîr, anî ziman ku ji ber vê serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê dane û ger Dadgeha Îdareyê îtirazê qebûl neke, dê polîsê bersûc bi xelasê bikeve.    BIRYAREKE TALÛKE   Demîr, destnîşan kir ku nedayîna destûra lêpirsînê ji bo gelê herêmê talûkeyeke mezin e û got: "Li herêmê liv û tevgereke zêde ya wesayîtên zirxî heye. Ev liv û tevger li rêyan, li taxan, hema bibêje li her derî heye. Gava wesayîta zirxî bi awayekî bêkontrol bi rê dikeve û dibe sedema qezayan, ew jî bi rewaheta 'jixwe dê amîrê min destûra lêpirsînê nede' tevdigerin. Ji ber ku dizanin dê neyên cezakirin wisa rihet tevdigerin. Di demên dawî de gelek bûyerên bi vî rengî çêbûn. Gava destûra lêpirsînê nayê dayîn, ser bûyerê tê girtin."    MA / Ahmet Kanbal - Fethî Balaman