Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap 2021-10-19 09:09:31   RIHA - Fêkiya henapê ku li Semsûrê wekî "fêkiya Kurdistanê" jî tê binavkirin û fêkiyeke kêmpeyda ye, 700 sal in çavkaniya şîfayê ye ji bo mirovahiyê.    Henap ku li Çînê wekî "fêkiya nemiriyê" tê binavkirin, 700 sal in di tibba alternatîf de çavkaniya şîfayê ye. Henap ku li Semsûrê wekî "fêkiya Kurdistanê" jî tê binavkirin, li deverên germ û di nav zinaran de çêdibe. Henap ku di biharê de kulîlkên zer vedike, ji ber ku dara wê bistriye, bi rihetî nayê berhevkirin. Henap ku li gundên navçeya Kolik a Semsûrê Bersomik û Keftireyê şîn tê, tê berhevkirin û di sarican de tê parastin. Henap ku tê zanîn dermanê gelek nexweşînan e, 6 cureyên wê hene.    FÊDEYÊN HENAPÊ   Li gor gelek vekolînên zanistî di nav henapê de pêkhatiyên wekî saponîn, polîsakkarît û flavonoîdan hene. Lewma wekî vepesirînereke (haşker) xwezayî ye. Dîsa li gor lêkolînên hatine kirin, fêkiya henapê xwedî xisûsiyetên ku dikare pêşî li ber pençeşêrê bigire û tê gotin, ji bo roviyan û qebzîbûnê jî derman e. Cardin li gor lêkolînên hatine kirin, fêkiya henapê bi kêrî diranan jî tê, belxem davêje derve, ji bo kuxikê baş e.    KÊM DIBE   Mustafa Memîş ku li gundê Bersomik ê Kolikê dijî, anî ziman ku fêkiya henapê di meha Tebaxê de dikemile û di meha Îlonêd e jî tê berhevkirin. Memîş, bilêv kir ku fêkiyên henapê di sarincê de mihafize dikin û gava pêdiviya wan pê çêbibe, derdixin û di nav rûn de dipijînin û ji dêvla şêranîyê dixwin. Memîş, da zanîn ku henap li her derî şîn nayê û got: "Li Kolikê jî tenê li gundê me û gundê Keftireyê şîn tê. Gundên li derdorê jî tên berhev dikn û dibin diçînin. Lê li wan gundan şîn nayê. Ev dar nizam çendik û çend sal berê haine çandin. Mezinên me digotin, berê pir bûn, lê niha her diçe kêm dibin."    JI DVÊLA ŞÊRANIYÊ DIXWIN   Memîş, dara henapê nîşan da û got: "Wekî hûn dibînin, her derê wê bistiriye. Lewma berhevkirina fêkiya wê zehmet e. Lê fêkiyeke pir xweş e, şêrîn e. Em jî berhev dikin û ji wekî şêranî dixwin."    'FÊKIYA NEMIRIYÊ'   Memîş, derpêş kir ku fêkiya henapê bi kêrî gelek nexweşînan jî tê û got: "Em wer dizanin ku ji bo serêşandinê, paqijkirina roviyan û kizirîbûnê baş e. Lewma em her sal berhev dikin û dixwin. Ji xeynî van nexweşînên min gotin, tê gotin bi kêrî gelek nexweşînên din jî tê. Bi taybetî dibêjin xwedî bandoreka antîdepresmanê ye. Her wiha tê gotin, extiyariyê jî taloq dike. Li Çînê ji bo vê dibêjin 'fêkiya nemiriyê.'"    MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can