'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e' 2021-10-19 09:07:59 ŞIRNEX - Parêzer Fadil Tay ku ji bo darên li Şirnexê tên birîn gilî kir û got: "Jiyana hemû candaran tê serobinokirin. Qanûna Daristanê li Antalyayê bi awayekî, li Şirnexê bi awayekî tê şixulandin."  Li çiyayê Cûdî, Gabar, Namaz, Çiyayê Bizina û Herêma Bestayê yên Şirnexê qirkirina daran a bi destê esker û cerdevanan didome. Li deverên ku li pterolê digerin û deverên ku dê qûleyên eskerî bên çêkirin, bi hezaran dar tên irîn. Heya niha bi destûra Mûdiryeta Daristanê ya Şirnexê û Midûriyeta Daristanê ya Herêmê ya Rihayê bi sedhezaran dar hatine birîn. Darên tên birîn jî bi TIR'an dibin bajarên din û wan bi erzanî difiroşin.    Parêzer Fadil Tay hefteya borî li ser navê Baroya Şirnexê û Komîsyona Bajêr li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê gilî kir. Parêzer Tayy, destnîşan kir ku Qanûna Daristan li Antalyayê bi awayekî, li Şirnexê bi awayekî tê şixulandin.    QANÛNÊN DARISTANÊ NAYÊN PÊKANÎN   Tay, diyar kir ku demildest divê dawî li vê qirkirina daran bê û li gor "Qanûna Parastina Daristanê" tişta tê kirin sûc e. Tay, bibîr xist ku yek ji qanûnên herî hişk jî Qanûna Daristanê ye ûg ot: "Lê belê niha ev yek hatie rawestandin. Ev qanûn li bajarên rojavayê bi awayekî tund tên şixulandin, lê li bajarên herêmê na. Talankirina xwezayê li her derî heman tişt e. Dareke li Çiyayê Cûdiyê bê jêkirin jî eynê ye, dareke li Antalyayê bê şewitandin jî eynî ye. Divê em li her derî li ber vê yekê rabin."    TÊ VEŞARTIN   Tay, bilêv kir ku ji ber ku raya giştî nerazîbûna xwe nîşan nade, ev sûc bi awayekî veşarî tê kirin û wiha domand: "Ev gaveke bi zanebûnî ye. Ji berteka raya giştî ditirsin. Darên tên birîn hiin jê 20-30 salî ne. Ev yek, bandoreke mezin li ekosîstemê jî dike. Jîyana candaran serobino dike. Birîna daran di heman demê de bandorê li avhewaya lokal a herêmê jî dike. Em civak, divê bi tevayî li ber vê rabin. Divê em zanibin a tê kirin sûcekî mezin e."    'EM DARAN DEYNIN'   Tay, destnîşan kir ku ji bo demildest pêşî li ber qirkirina daran bê girtin gilî kirine û wiha berdewam kir: "Divê li dewsa darên tên birîn dar bên çandin. Meha Mijdarê, meha danîna daran e. Em ji hemû welatiyan dixwazin ku li vira daran deynin. Ji bo xweza demildet bê ser hemdê xwe, divê em tiştina bikin û ya herî girîng jî em di vî warî de hesas bin da cardin şaşiyên bi vî awayî neyên kirin."    MA / Omer Akin