Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin 2021-10-18 22:39:55   AMED – Fırat Gizlenç ê li Şirnexê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêça polîsan de li navçeya Farqînê hat veşartin.    Firat Gîzlenç (Sîdar Farqîn) ê HPG’yî ku li Şirnexê di encama êrişa hewayî ya arteşa tirk a 14-15’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Farqîna Amedê hat veşartin. Malbata Gîzlenç piştî ku bihîst ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye, ji bo ku cenaze bigirin îro çûn Şirnexê û serî li Dozgeriya Şirnexê dan. Piştî ku dozgeriyê destûr da, malbat ji bo ku cenaze teşhîs bike çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî ku malbatê cenaze teşhis kir, cenaze radestî malbatê hat kirin. Malbata ku cenaze teslîm girt, ji bo ku cenaze defin bikin ber bi navçeya Farqînê ve bi rê ketin. Malbat êvarî gihişt Farqînê û di bin dorpêça polîsan de li Mizgefta Hafiz Hoca ya Taxa Qulfa ya Farqînê, wecîbeyên olî yên cenaze pêk anîn. Dû re dîsa di bin dorpêça polîsan de ji bo ku cenaze defin bikin, cenaze birin Goristana Taxa Qulfayê. Ferdên malbatê û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de hat veşartin.