Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin? 2021-10-18 16:48:19 AGIRÎ - Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Agiriyê di mitîngê de axivî û got: “Ma hûnê bi desteserkirina vîna gelekî û danîna qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin? Hûnê bi girtina Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş pirsgirêkê çareser bikin? Gelo hûnê bi pelçiqandina zarokên kurd a di bin panzêran de pirsgirêkê çareser bikin?”    Mîtînga "Banga Demokrasiyê" ya ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Agiriyê hat organîzekirin bi beşdariyek girseyî dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, ku danê sibehê li Balafirgeha Agiriyê bi def û zirnê hatin pêşwazîkirin, pişt re bi karwanekî qelebalix ber bi Panosê û ji wir jî derbasî navenda bajêr bû. Qada hevdîtinê ya li Qada Newrozê pêk hat tijî bû.    ‘NIKARIN ÇONGA ME DEYNIN ERDÊ’    Ewilî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku sîstema li Tirkiyeyê li ser xerabiyê hatiye avakirin û got: "Ermenî, Suryanî û netewên din ên li ser van axê dijîn hatin qetilkirin. Tenê wan nikaribû kurdan biqedînin. Wan çiqas êrişî me kirin jî, em sax man. Dema ku asê dimînin tim ji me re dibêjin 'bira', lê dema ku hewcedariya wan bi me namîne vê biratiyê ji bîra dikin. Îro yên ku xirabiyê dikin Erdogan û Bahçelî ne. Wan digot qey ew ê di demeke kin de di şerê ku wan li dijî Kurdan daye destpêkirin de encam bigirin, lê wan nekarî. Ger hûn hewl bidin pirsgirêkê sed carî bi heman rêbazê çareser bikin, hûn ê t u encamê negirin. Hûn sed sal in bi heman awayî nêzî pirsgirêkê dibin, lê Kurd çong daneni. Kurd dev ji parastina ziman û çanda xwe bernadin."    TECRÎD Û PIRSGIRÊKA KURD    Ozturk bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her tim banga çareseriya pirsgirêka Kurd kiriye û wiha got: "Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û hemû mafên bindestan bang dike. Gelê me ji bo daxwazên hatine ziman bedelên mezin dan. Em gelê Kurd jiyaneke bi rûmet û azad dixwazin. Heta ku aştiyek bi rûmet neyê vî welatî bila kes qala azadiyê neke. Em dizanin ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabe. Dema ku me van daxwazan bilêv kir, îqtidara AKP-MHP'ê hewl da Kurdan bîne ser çokan. Lê bi xêra gelê me, îro derket holê ku kî çongê daniye. Ev serkeftin a gelê me ye. Em careke din tînin bîra we; Hizra xwe bikin û dev ji vê pergala ku li ser xirabiyê hatiye avakirin berdin. Ev bi kêrî gel nayê. Vê îqtidarê di 5'ê Nîsana 2015'an de tecrîd da destpêkirin û maseya li Dolmabahçeyê rûxand û şer da destpêkirin. Li vî welatî, kes diguherin, partî diguherin, lê ya ku bi Kurdan dikin naguhere. Hewce ye ku pergala li vî welatî biguhere. Tecrîdê hemû pirsgirêkên li vî welatî girantir kir. Li vî welatî êdî hilberîn tune ye, çandinî û xwedîkirina sewalan qediyaye. Dolar her roj rekorek nû dişkîne. Nirxê pereyê tirkî êdî nemaye. Tevî van hemûyan jî 6 sal in şerekî tê meşandin. Hûn vî şerî ne ji bo azadkirina gelan, lê ji bo berjewendiyên malbatê dikin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji sala 1993'an û vir ve her tim destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye. Ocalan digot, 'Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd pirsgirêk çareser nabe'. Lê ev yek nehat hesabê wan.”    ‘RÊYA ÎMRALIYÊ NÊZ E’    Ozturk destnîşan kir ku ew Kurdistanek azad û Tirkiyeyek demokratîk dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ji bo vê yekê bedelên giran dan û em ê bidin jî. Lê bila bê zanîn ku baweriya kesî bi te (Erdogan) nayê. Tu niha qediyayî. Gelê Kurd hûn anîne vê rewşê. Em bi xwe û gelê xwe bawer in. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em banga xurtkirina tifaqa xwe ya li pêşberî vê tifaqa faşîstan dikin. Werin em bi peymana civakî re destûrek nû çêkin. Wekî din çare nîne. Dev ji Putin û Biden berdin riya Îmraliyê vekin û rêya wê nêztir e. Ev derfetek e û wê ji dest bernedin.”    ‘EM WEK LEHIYA BIHARÊ TÊN’    Piştî Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku wan piştî danezana xwe ya 27'ê îlonê yekem car hevdîtina gel ango mitînga ewil li Agiriyê li dar dixin û wiha got: "Yên ku naxwazin hêvî û cesareta ku HDP'ê afirandiye bibînin, yên hewl didin pêşî lê bigire, divê werin li van meydanan binêrin û biryara xwe bidin. HDP wê bi gelê xwe re berxwedan û têkoşîna xwe mezin bike û bidomîne. HDP dê xwe li her deverê berifireh bike û bibe partiya milyonan û teşe bide siyaseta demokratîk. Hewl didin me bidin sekinandin. Ew hewl didin me asteng bikin ji ber ku riya em têde dimeşin rast e. Em ê tu carî serî netewînin, em ê ranewestin û em ê biryardariya xwe winda nekin. Bila ew ji wan re bibe derd. HDP îsal kete sala 9’emîn. Em partiyek in ku ji roja damezrandina xwe û vir ve her roj bi astengî, zordarî û pêkanînên dij-demokratîk re rûbirû ne, lê em tu carî têk neçûne û teslîm nebûne. Ji vir pê de em ê tu carî çongê daneynin. HDP bi bi lez û bez û wek lehiya ava biharê tê.”    ‘EM Ê HESABÊ HER TIŞTÎ JI WE BIPIRSIN’    Buldan diyar kir ku HDP niha mûxalefeteke demokratîk dimeşîne, lê di pêşerojê de wê bibe perçeyek îqtidara demokratîk û wiha berdewam kir: “Em bi bedel û hewldanên mezin hatin vê qonaxê. Jinên me, dayikên me û gelê me ked dane û bedel dane. Em ê teqez berdêla ked û berxwedana me daye bi dest bixin. HDP dê bibe partiya ku dê di hilbijartinan de vî welatî birêve bibe. Rêvebirên vî welatî hovîtiyên mezin kirine. Ji pencereya qesrê, her tişt xweş û aram tê dîtin, yên ku ji pencereya wê qesrê dinihêrin jî bextreşî û bêkariyê nabînin. Ew tu carî nikarin bibînin an bizanibin ku gelê Agiriyê di çi zehmetiyan de derbas dibe. Yên ku karker mecbûrî birçîbûnê, xizanî û belengaziyê dikin, bêguman wê hesab bidin. Gelê me dê li ser sindoqan vî hesabî bipirse. Wan binpêkirina mafan, revandin û girtin ji xwe re kirine amûra siyasetê. Li vî welatî edalet û demokrasî nemaye, wan pêşeroja ciwanan diziye, wan kolan ji jinan re ne ewle kirine. Ji ber vê sedemê wê hemû gelê me ji îqtidara AKP’ê hesab bipirse.”    POLÎTÎKAYÊN ŞER XISTINE PÊŞIYA AŞTIYÊ    Buldan diyar kir ku îqtidar polîtîkayên şer dide pêşiya aştiyê û wiha pêde çû: “Niha krîzên aborî, civakî û siyasî hene. Gelên Tirkiyeyê şer naxwaze, ew dixwazin ku çavkaniyên wan ji bo aştiyê bêne razandin. Gel naxwaze Ew napejirîne ku polîtîkayên şer bikevin pêşiya polîtîkayên aşitiyê. Niha wan dest bi lêgerîna rêyekê kir ku biçin Sûriyê. Bi polîtîkayên şer hûn nikarin vî welatî biqelînin. Ji bo ku krîz bi dawî bibin, divê hûn polîtîkayên şer biqedînin. Ji bilî vê tu alternatîf nîne. Ew difikirin ku ew dikarin gel bi xapandina her roj derkevin kanalên televîzyonan û derewan bikin. Zikê gel êdî ji derewên we têr bûye. Gel dizane wateya derewên we çi ye. Dibêjin, 'Me pirsgirêka Kurd çareser kir, li welêt pirsgirêk nîne'. Gelo we pirsgirêka Kurd bi desteserkirina vîna gel û tayînkirina qeyûman li şûna wan çareser kir? Ma gelo hûn ê bi girtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş pirsgirêka Kurd çareser dikin? Gelo ma hûn ê vê pirsgirêkê bi pelçiqandina zarokên Kurd a di bin panzêran de çareser bikin? An hûnê bi qedexekirina ziman, çand û nasnameya wan çareser bikin?”    DANEZANA HDP’Ê    Buldan diyar kir ku danezana ku wan eşkere kiriye bersivek baş wergirtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me deklerasyonek, helwestek weşand û bersivek baş girt. Ji gelek derdoran daxuyanî hatin ku ev belge nexşerêya Tirkiyeyê ye. Ev belge belgeyek e ku dê pêşî li hemû qeyran û kaosên li Tirkiyeyê bigire. Banga me ji her kesê ku xwe wekî mirov, ji hemî muxalîfên xwedî wijdan, pêşengên raya giştî, rêxistinên sivîl, tevgerên jinan, ciwan û hemî beşên civakê re ye: Werin em bi hev re, mil bidin milê hev û li ber xwe bidin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi demokrasî, aştî û azadiyê heye. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Deriyên me ji hemû partiyên muxalefetê re vekirî ne. Ger mûxalefet bibe yek, em dikarin pêşî li desthilatdariya AKP'ê bigirin. HDP di rêyeke wiha de ye. Îro HDP bi hemû pêkhateyên xwe ve, wê hê mezintir bibe û rê û rêbazên berfirehkirin û çûyîna ser desthilatdariyek demokratîk bibîne. Ew nexşerêya HDP'ê ye ku dê vî welatî rizgar bike.”    Mitîng bi guhdariya stranan bi dawî bû.