Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin 2021-10-18 16:17:56   STENBOL - Endamên TAYAD’ê ku dema binçavkirinên di 15’ê cotmehê de şermezar dikirin, hatin binçavkirin.    Endamên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD), ji bo binçavkirina kesên di 15’ê Cotmehê de navenda wê Stenbol li gelek bajaran hatin binçavkirin, şermezar bikin , li pêş Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi komployan hûn nikarin pêşî li têkoşîna me ya edalet û azadiyê bigirin! Kesên di binçavan de demildest berdin” hat vekirin. Piştî daxuyaniyê polîsan 3 endamên TAYAD’ê binçav kirin.