Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê 2021-09-20 21:06:26 STENBOL - 28'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad bi merasîmekê hatin dayîn. 28'emîn Xelatên Rojnamevanîyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad bi merasîma xelatdayînê ya li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a navçeya Şîşlî ya Stenbolê ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hatin dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, parlementerên HDP'ê Alî Kenanoglû, Mîsa Pîroglû, Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê DÎSK BAsin Îşê Farûk Eren, Dayikên Şemiyê, nûnerên Kongreyya Demokratîk a Gelan (HDK), MATÛHAY-DER, ANYAKAY-DER, ÎHD'a Stenbolê, gelek nûner û rêvebirên rêxistinên çapemenîê û rêvebir û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîmê bûn.    Li hêwana merasîmê wêneyyên Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz û rojnamevanên di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Merasîma ku bi pêşkeşvaniya Ayhan Erkmen û Necbîr Aydoganê hat lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftina destpêkê, sînevîzyona li ser têkoşîna çapemeniya azad hat pêşandan.    TÛRAN: BÛ NAVÊ AZADIYÊ   Xwediyê Îmtiyazê yê Yenî Yaşamê û Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran got: "Nizam çapemeniyeke din heye ku ji bo ragihandina rastiyê ev qas bedêl û ked dane. Çapemenîya azad ji Mûsa Anter heya niha bû navê têkoşîna azadî, heq, hiqûq û edaletê. Li gel hemû astengiyn dewletê jî her çû mezin bû û xwegihand roja îro."   Tûran, kedkarên çapemeniyê yên xelat wergirtin silav kir.    SANCAR: HER TIŞT JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ   Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar, kedkarên çapemeniya azad silav kirin û got: "Ji ber ku di nav we de me, ev yek ji b min cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ev xelatên li ser navê Apê Mûsa tên dayîn, çîrokek pir girîng, di têkoşîna ji bo heqîqetê de israrê, di têkoşîna ji bo azadiyê de înyadê dide jiyandin û dê bijî. Min Apê Mûsa û hin şehîdên çapemenîya azad nas kirin. Minêkarim ji bo van mirovên ku min xebera mirina wan bi dilekî şewat bihsît. Yek ji berpirsiyariyên me yên herî mezin jî em vê têkoşîna ku wan ji me re hiştiyye bidin jiyandin. Têkoşîna aştî û demokrasiyê, di konên herî qewî yên vê çîrokê de cih digire. Ev bedêl û ked, ji bo aştî û azadiyê bûn. Bêyî heqîqetê edalet, bêyî edaletê heqîqet ne pêkan e."    Sancar bal kişand ser rola çapemeniya azad a di têkoşîna demokrasiyê de jî û got: "Çapemenîya azad niha di şertên herî giran de têkoşîna xwe ya heqîqetê didomîne. Qurbana mezin û ewil a şeran heqîqet e. Lewma heger dilê me û xwegihandina aştiyê hebe, teqez divê em ber bi heqîqetê ve biçin û qethiyen dev jê bernedin. Armanca me, bi awayekî aştiyane jiyaneke hevpar û wekhev e. A ku herî zêde ji bo vê tevdigere jî kedkarên çapemeniya azad e."    ZAROKÊN ANTER: EM LI SER PÊYAN E    Paşê kurê Mûsa Anter Dîcle Anter axivî û destnîşan kir ku li dijî qetilkirinên li hemberî kedkarên çapemeniya azad, bombebarankirina avahiyên rojnameyê û hwd. li ser pêyan e û kedkarên çapemeniya azad hemûyan silav kir.    Keça Mûsa Anter Rahşan Anter jî peyameke bidîmen şand. Anter, anî ziman ku kêfxweş in ku ji ber ku xwedî li bîranîna Anter tê derketin û got: "Hûn ji min çêtir bavê min nas dikin. Di zarokatiya me de pir guh li me nedikir, ji lew re zarokên wî yên Kurdistanş, zarokên wî yên kurd hebûn. Xwezî bavê min sax bûna û tiştên em dikin bidîtana. Heger vê pêşektinê bidîta dê pir kêfxweş bûbûna. Lê dizanim ku dilaram e. Em li ser rêça wî ne. Ji Ozgur Gundemê heya Yenî Yaşamê we rêyeke dûr û dirêj li dû xwe hişt. Em vê pêşektina we bi kelecaneke mezin dişopînin. Pir dilxweş im."    PEYAMA ÎMAMOGLÛ   Şaredarê Şaredaria Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî peyamek şand. Peyama Îmamoglû wiha ye: "Di 29'emîn salvegera qetilkirina rewşenbîrê me yê erdnîgariya Anatolyayê Mûsa Anter bi rehmet yad dikim. Ji dil û can dixwazim ku rojek berî rojekê kujerên wî bên zevtkirin. Bi hêviya edalet, demokrasî û aştî bê welatê me û tevahiya cîhanê hemû beşdarvanan bi rêz û hezkirinê hemêz dikim."    Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) çûn ser dikê.    Xelat piştî konserê hatin dayîn.