Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe 2021-09-20 18:42:41     ŞIRNEX - Agirê ku hefteyek berê li Çiyayê Gabarê bi daristanê ketibû, her diçe berbelav dibe.    Operasyona eskerî ku hefteyek berê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê,  Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê dest pê kiribû, hê jî didome. Ji ber operasonê hefteyek berê li derdora gundê Bûnisra yê li herêma Gabarê û li Çiyayê Bizina agir bi daristanê ketibû. Agirê bi daristanê ketiye her diçe berbelav dibe.    Ji ber ku çûna herêmê hatiye qedexekirin bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.