Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-09-20 17:18:24 MÊRDÎN - Apê Mûsa di salvegera qetilkirina xwe ya 29’emîn de li ser gora xwe ya li Nisêbînê hat bibîranîn.  Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya gundê Sitîlîlê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve hat bibîranîn.    Rêveberên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Ajansa Mezopotamyayê (MA), Jinnews, xebatkarên Rojnameya Xwebûnê, Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlementerê HDP’ê Garo Paylan, endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê beşdarî bernameya bîranînê bûn.     Di bîranînê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku weke çapemeniya azad û gelê kurd Apê Mûsa nadin jibîrkirin.    Parlementerê HDP’ê Garo Paylan jî diyar kir ku Apê Mûsa bi jiyana xwe can daye gelê kurd û wiha got: “Hebûna gelê kurd nîşanî Tirkiyeyê da. Bi mirina xwe jî ruhê têkoşînê da milyonan kesan. Ev têkoşîn wê qet paş de nemîne. Her bijî Apê Mûsa.”   Piştî axaftina Paylan lawê Mûsa Anter, Anter Anter, spasiya kesên ku tevlî bîranîna Anter bûn kir.    Beşdaran qerenfîl danîn ser gora Apê Mûsa û bername bi dawî bû.