Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da 2021-09-20 16:44:06 COLEMÊRG - Di encama bombebarana Tirkiyeyê de li ser sînorê gundê Kûranî yê Rojhilatê Kurdistanê û mezraya Dêrîşkê ya navçeya Geverê 2 kolberan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî hatin binçavkirin.  Di encama bombebarana Tirkiyeyê de  li ser sînorê gundê Kûranî yê Rojhilatê Kurdistanê û mezraya Dêrîşkê ya navçeya Gevera Colemêrgê 2 kolberan (karkerên bazirganiya sînor dikin) jiyana xwe ji dest da, 8 kolber jî hatin binçavkirin. Bombebarana ku di saetên serê sibê pêk hat de Sozdar Ehmedî û Alîşah Ehmedî jiyana xwe ji dest dan. Nehat aşkerakirin ku 8 kolberên din birine ku derê.