Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven! 2021-09-20 15:31:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Fîstanê ku ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re hat şandin, bi hêceta rengan nedanê. Keça Guven got: “Fîstanek dabeşkar beriya bikeve girtîgehê, hat bêbandorkirin!”  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ye. Piştî ku cezayê strandina stranên kurdî û govenda kurdî li Guven hat birîn, vê carê jî fîstanê ku keça wê jê re şand bi hêceta rengan bernedan hundir û destûr nedan fîstan bigihîje Guven.    Keça Leyla Guven, Sabîha Temîzkan qedexekirina fîstanê ji bo dayika xwe şand di medya salan de ragihand. Temîzkan li ser hesabê xwe wêneyê fîstanê ku şandibû belav kir û wiha got: “Fîstanê dayika min Leyla Guven bernedan hundir. Xwe jidayî bigirin sedema wê vedibêjim; RENGÊN fîstan. Belê Fîstanek dabeşkar beriya bikeve girtîgehê, hat bêbandorkirin!”    Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de bi hêceta ku stranên kurdî strîne û govend gerandine cezayê dîsîplînê li wan hatibû birîn.