Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin 2021-09-20 13:58:45 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Doza Kobanê weke “Doza Kompasê” pênase kir û got: “Faîl û bersûcên rastîn ên wan rojan tên parastin. Di serî de HDP’ê û siyasetmedarên ku xwestin wan bûyaran asteng bikin, dixwazin îro ceza bikin.”    Danişîna 4’emîn a Doza Kobanê ku 20 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)) jê tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştî navbera nîvro hat dayîn, li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê, derbarê dozê de axivî.   'DIXWAZIN HEVALÊN ME CEZA BIKIN'     Bûldan, diyar kir ku dibin navê Doza Kobanê de, “doza kompasê” tê birêvebirin û wiha axivî: “Em dibînin ku îdîanameyeke ku bi hesta tolhildanê hatiye nivîsandin. Tu têkiliya wê bi Doza Kobanê re tuneye. Bi mebestên siyasî hatiye nivîsandin û ji rastiyê dûre. Bi vê yekê re em dibînin, aktorên siyasî yên demekê, tên darizandin. Doza Kobanê, ne dozek hiqûqiye. Em ê vê îdîaya xwe, bi parastina xebatên hevalên xwe re danîn holê. Faîl û bersûcên rastîn ên wan rojan tên parastin. Di serî de HDP’ê û siyasetmedarên ku xwestin wan bûyaran asteng bikin, dixwazin îro ceza bikin.”   ‘DAXWAZA ME HAT REDKIRIN’   Bûldan, da zanîn ku ew ê bi delîlan vê doza bêhiqûq birizîn in û ev peyam da: “Em ê vê yekê bi ser bixin. Me weke HDP’ê xwest di TBMM’ê de ji bo lêkolînkirin û lêpirsîna van bûyaran konîsyonek bê avakirin. Lê ev daxwaza me bi dengên AKP û MHP’ê hat redkirin. Ji ber ku tirsiyan rastî derbikin holê, ev daxwaza me red kirin. Em cardin dibijîn ku ev doz doza kompasê ye. Em ê tu carî hevalên xwe bi tenê nehêlin.”