Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-09-20 13:21:15 RIHA - Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan, di 3’yemîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn.  Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de, li bajarê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da bû, di salvegera wefata xwe ya 3'yemîn de, li ser gora xwe ya li Goristina Nato ya Sîwerêg a Rihayê ji aliyê rêheval û heskiriyên xwe ve hat bibîranîn.   Malbata Ayhan, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Komê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn, Nîmetullah Erdogmûş, Garo Paylana û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    'EV TÊKOŞÎNA WÊ DEWAM BIKE’   Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ziya Çalişkan, di bîranîna bi deqeyek rêzgirinê dest pê kir de, axivî û got, ewê têkoşîna Ayhan mezintir bikin û dê ev têkoşîn dewam bike. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mahmût Bînîcî jî, bal kişand ser xebatên Ayhan ên sedîkayî û wiha got: “Têkoşîna Îbrahîman, di heman demê de têkoşîna me ye.”   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, Ayhan bi bîr anî û wiha axivî: “Me tu carî ne zanebûna wî û ne jî dilê wî ji bîr nekir. Em pir şanazin ku em di heman têkoşînê de cih digirin. Wî di sîrgûnê de jiyana xwe ji dest da. Desthilatdariyê, bi awayekî bêhiqûq û bêmaf, ji ber ‘propagandeyê’ wekîlîtiya wî betal kir. Çi dibe bila bibe, emê têkoşîna xwe ya li dijî wan dewam bikin.”   Kurê Ayhan Mazlûm Ayhan jî, spasiya kesên beşdarî bîranînê bûne kir. Hevjîna Ayhan Rezan Ayhan jî, wiha axivî: “Ez hêvî dikim ku xwedê piştî me mirineke wiha ne de tu kesî. Êşa ku me kişand bila tu kes nekişîne.”   Kesên ku beşdarî bîranînê bûn, piştî axaftinan, qerenfîl danîn ser gora Ayhan û bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.