Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin 2021-09-20 13:06:28 ENQERE - Doza Kobanê ku siyasetmedarên HDP’î jê tên darizandin, bi astengkirina tevlîbûna rojnevan û beşdarvanan destpêkir. Danişîn bi îtîrazên parêzeran ên têkildarî ûsûlê berdewam dikin.  Danişîna 4'emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî 108 kes jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.   Di danişîna ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin de, 108 kesên weke bersûc tên darizanin bi 29 sûcdariyên cuda, bi daxwaza 38 caran muebbeta girankirî û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê tên darizandin.  Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin, Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê dimîne û girtiyên din bi SEGBÎS’ê beşdar bûn.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û di danişîna beriya vê de hatibû berdan, parlementerê berê Îbrahîm Bînîcî, endamên MYK’a HDP’ê yên berê Berfîn Ozgu Kose û Cîhan Erdal li eywana danişînê amade bûn. Şandeya dadgehê hêceta siyasetmedar Emîne Ayna ya negirtî tê darizandin û Aysel Tûglûk a girtî tê darizandin qebûl kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û gelek siyasetmedar danişînê dişopînin.    Polîsan di saetên serê sibê de rêya girtîgehê girtin, piştî ku parêzer bi şandeya dadgehê re axivîn rojnamevan û beşdarvan wergirtin eywanê.    Danişîn bi îtîraza parêzeran a derbarê ûsûlê de ku têkildarî tevlîbûna saziyên dewletê ya bi daxwaza mudaxilbûna dozê, dest pê kir.    GILIYÊN CIMERÊ DI DOSYAYÊ DE NE   Parêzerê endamê MYK’a HDP’ê yê berê Cîhan Erdal, Arîf Alî Cangi têkildarî îtîraza ser ûsûlê mafê axaftinê stend û wiha got: “Tê xuya ku alîgirên partiyên desthilatdar û temamî hilbijêrên wan tevlî vê dozê dibin lê li dijî vê rastiyê divê tevlîbûna gazinker niqaş bikin.”    Cangi, bi lêv kir ku ji bo her daxwaza tevlîbûna dozê divê nêrîna wan bê girtin û wiha berdewam kir: “Nayê fêmkirin ku Wezareta Karên Hundir û MÎT bixwazin mudaxilî dozê bibin. Ev mudaxiliye îtîrafa ku peywîra xwe nekirine ye. Heke ew bûyer astengkiribûna kesên ew bûyer derxistibûn, bi awayekî fîîlî wê li pêş berî we bûna. Bi vî awayî dozê vedigerînin lînckirineke ser rêveberên HDP’ê. Divê rewşa gilîker û mexdûran bi awayekî gelek hesas were nirxandin. Di dosyaya dozê de belgeyên giliyên ku ji CÎMER’ê şandine jî hene. Ev giliyên ji CÎMER’ê hatine kirin wê bandorê li dosyayê bikin. Ji ber vê yekê divê ev ji dosyayê werin derxistin ji ber ku di asta binpêkirina mafê daraza adil de ye.”   ‘BÊYÎ KU GIRTEK BIKEVIN DOSYAYÊ GOTIN KETINÊ’   Parêzerê endama MYK’a HDP’ê ya berê Zeynep Olbecî jî bal kişand ser kirariyên derbarê girtekên her sê danişînan de hatine kirin. Bozan, da zanîn ku bêyî ku dadgeh girtekan bixwîne weke ku hatine “xwendin” hatine derbaskirin û wiha got: “Bêyî ku girtek bikevin dosyayê gotin “ketine” dosyayê. Bi hezaran belge bêyî ku werin xwendin di girtekan de weke hatine ‘xwendin’ hatin derbaskirin.”   Danişîn bi beyanên parêzeran didomin.